Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî salvegera damezirandina xwe pîroz dike!
.
Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî 14 salîya salvegera damezirandina xwe pîroz dike.
Ji bo bernameya salvegera damezirandina weqfê agahî li jêr in!
Dîrok: 13.01.2024
Seet: 16.00
Cîh: İBV Teras Salonu, İstanbul
Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî (WÎB)
Li ser navê Dr. Îsmaîl Beşîkcî ku temenê xwe li ser xebatên Kurdî, bi awayek azad vegotina fikarên rexneyî û ji bo parastina azadiyên akademîk feda kiriye, bi armanca vejandina têkoşîna wî, xebatên wî û rêbaza wî ya zanyarî di sala 2011an de hatiye avakirin.
Koleksîyona şexsî ya Mamoste Îsmaîl jî di nav de 12.000 pirtûk, 800 kovarên cuda û arşîva ku nêzî 3000 hejmarî ku ji 97 rojnameyên cuda pêk tên, bi navê pirtûkxaneya lêkolînê ya WÎBê ji xwînerên xwe re vekir. Şax û pirtûkxaneyeke weqfê li Amedê ji sala 2014an û bi vir de xebatên xwe dimeşîne.
Weqf çer ku hatîye avakirin ji bo pêşketina azadîyên vegotinê û akademîk û ji bo bihêzkirina qada xebatên Kurdî dixebite, heta îroj ligel gelek panel, semîner, civîn, kargeh û akademîyan di sala 2013an de yekemîn konferansa xebatên Kurdî yên navneteweyî li dar xist.
Ligel hemû berhemên mamoste Beşîkcî weqf gelek berhemên qada xebatên Kurdî digihîne xwînerên xwe û ji 2017an vir ve bi heman kesan û lijneya xwe ya weşanê kovara ‘’Kürt Tarihi’’ derdixe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin