Weqfa Mezopotamyayê 4emîn Civîna Varyantê li Batmanê çêkir

Weqfa Mezopotamyayê 4emîn Civîna Varyantê li Batmanê çêkir

Weqfa Mezopotamyayê bi armanca standartkirina nivîsîna kurmancî xebata xwe ya varyantan didomîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Çaremîn komxebata Weqfa Mezopotamyayê, 21-22-23 û 24ê  Berfanbarê bi mazûvanîya Şaredarîya Batmanê li Otêla Real Konakê pêk hat.

 

Gelek lêkoîner, akademîsyen û zimanzanên kurdî ji çar perçeyên Kurdistanê û dîyasporayê beşdarî komxebatê bûn.

 

Komxebat di 21ê Berfanbarê destpê kir û heta 24ê Berfambarê berdewam kir.

 

Di vê komxebatê da, zimanzan hewl didin ji bo nivîsîneke standart li ser varyantên peyvan  konsensûsek ava bibe da ku bi yek şêweyê were nivîsîn.

whatsapp-image-2019-12-25-at-13-25-35.jpeg

whatsapp-image-2019-12-25-at-13-25-42-1.jpeg

whatsapp-image-2019-12-25-at-13-25-38.jpeg

whatsapp-image-2019-12-25-at-13-25-37.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin