Weşanxaneya Avestayê cihê xwe yê nû vekir
Weşanxaneya Avestayê di 23 saliya xwe de li bajarê Stenbolê avahiya xwe ya nû vekir. Di çalakiya vekirina avahiya Avestayê de bi dehan romannivîs û hunermendên Kurd beşdar bûn.
Weşanxaneya Avestayê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi kokteylekê avahiya xwe ya nû ku ev dû sal in xebatên wê berdewam bûn vekir.
Avestayê 23 sal berê bi çapkirina 4 pirtûkan dest bi jiyana xwe ya weşanê kiribû.
Di çalakiya Avestayê ya danasîna cihê xwe yê nû de bi dehan nivîskar, rojameger, siyasetmedar, wêjenas, helbestvan û hûnermendên Kurd ên navdar beşdar bûn û civatên Kurdî gerandin.
Hemû mêvanên ku ji aliyê Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn ve hatin pêşwazîkirin di heman demê de bi erzanî têra xwe pirtûkên bi zimanê Kurdî jî kirîn. Keskîn li ser vê roja taybet axivî û diyar kir, dixwazin Avesta bibe weknavendekê ku lêkolîner û meraqdarên Kurd jê îstîfade bikin.
Yek ji weşanxaneya herî mezin a Kurdan Avesta, digel ku di serboriya xwe ya 23 salî de bi dehan pirtûkên wê hatine qedexekirin jî, heta niha 600 pirtûkên bi Kurdî û Tirkî çap kirine û digel hemû zordarî û astengiyan ji rêya xwe venegeriyaye û xebata xwe her berdewam dike ya li ser Kurdan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin