
Wesayîta leşkerî bi kendalê de ket: 3 leşker mirin û 6 jî birîndar bûn
Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî bi kendalê de ket û li gor agahîyên destpêkê, di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî bi kendalê de ket û li gor agahîyên destpêkê, di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên berdest li ser rêya di navbera Sêrtê û Perwarîyê de otomobîla leşkerî qeza kir.
Di encama qezayê de li gor agahîyên destpêkê 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi helîkopter ji bo nexweşxaneyên li navenda Sêrtê hatin şandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin