Wesayîta polîsan rastî êrîşê hat
Li navçeya Sîncîk a Semsûrê wesayîta polîsan rastî êrîşê hat û polîsek bi giranî birîndar bû.
A+A-
Li navçeya Sîncîk a Semsûrê wesayîta polîsan rastî êrîşê hat û polîsek bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Sîncik a Semsûrê, wesayîta polîsan rastî êrîşê hat. Hat diyar kirin ku di encama êrîşa bi çek de, polîsek bi giranî birindar bû. Walîtiya Semsûrê derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Li navçeya Sîncik otobûsa ekîbên polîs rastî êrîşa bi çek hat û polîsek birîndar bû."
Hat destnîşan kirin ku polîsê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Semsûrê û piştî êrîşê li herêmê dest bi operasyonê hatiye kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin