Wezareta Derve ya Almanyayê bo koçberan bi Kurdî hişyarî da

Wezareta Derve ya Almanyayê bo koçberan bi Kurdî hişyarî da

.

A+A-

Wezareta Derve ya Almanya daxuyaniyek bi Kurdî belav kir û wan gotegotan red dike ku behsa şandina otubusan bo sînorê Polanda-Belarusa û veguhastina koçberên ser sînorê Belarus-Polandê dikiin.

Ofîsa Wezareta Derve ya Almanyayê ev daxuyaniya xwe li ser twitterê belav kiriye û têde dibêje, “Gotegotên ku dibêjin, qaşo Almanya otobus şandine ji bo anîna xelkê ji Belarusê di rêya Polandê ne rast in.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, “Kî van derewan belav bike, xelkê dixe nava xeteriyeke ne hewce.”

Dema çend rojan e bi hezaran koçber ku beşeke zêde ji wan Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê ne, li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane û her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Ew koçber dixwazin derbasî welatên Ewropayê û bi taybet jî derbasî Almanyayê bibin.

Pêştir li ser torên civakî hin gotegot hatibûne belavkirin ku qaşo Almanya plan dike, beşek ji wan koçberên ku li ser sînorê Belarus-Poland asê mane, werbigire û ji bo wê yekê dê otobusan bişîne ser sînor.

Rêxistinên mafên koçber û penaberan derbarê rewşa wan koçberan de hişyarî didin û daxwaz dikin ku çareseriyek ji bo rewşa wan bê dîtin.

Hikûmeta Polandê jî ku rijd e sînor li ber koçberan veneke, ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan, sînorê xwe yê li gel Belarusê tundtir kiriye û nêzikî 15 hezar endamên hêzên ewlekariyê li xeta sînor bicih kirine.

Berpirsên Yekîtiya Ewropayê û Belarusê îro Yekşemî 14ê Mijdara 2021an bi awayekî rasterast derbarê krîza koçberan a li ser sînorê hevbeş axivîn.

Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropa bo Karûbarê Derve û Siyaseta Ewlehiyê Josep Borell bi telefon li gel Wezîrê Derve yê Belarusê Vladimir Makî rewşa mirovî ya necêgîr a li ser sînorê Belarus-Polandê gotûbêj kirin. Borell ji aliyê Belarusî re ragihand, “rewşa niha nayê qebûlkirin û pêwîst e were rawestandin. Nabe xelk wek çek bên bikaranîn.”

Belarusê di daxuyaniyekê de ragihand, Makî ji Borell re gotiye “her dorpêç û sizayek bo ser Belarusê dê bê mifa û bê berhem be.”

Yekîtiya Ewropayê rejîma Alexander Lukashenko Serokê Belarusê tohmetbar dike, ku bi çêkirina krîza koçberan li ser sînor, dixwaze givaşê li wê yekîtiyê bike, lê Belarus wan tohmetan red dike.

Koçber tên desteserkirin

Li aliyekê din, Polandê îro ragihand, bi dehan koçber piştî ku sînorê navbera Belarus-Polandê derbas kirin, ji aliyê hêzên wan ên ewlehiyê ve hatin desteserkirin. Polîsê Polandê ragihandiye, 50 koçber ku sînorê wî welatî debras kiribûn, ji aliyê hêzên wan ve hatine desteserkirin.

Rêxistinên mirovî ragihandine, ku heya niha 10 koçber li ser sînorê navbera Belarus-Polandê canê xwe ji dest dane û derbarê krîzeke mirovî ya mezin li ser sînorê herdu welatan hişyariyê didin û daxwaza çareserkirina rewşê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin