Wezareta Derve ya Amerîkayê: Haya me ji heye ku Pêşmerge du welatiyên me azad kirine
.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, zanyariyên wan li ser 3 kesan hene ku 2 ji wan Amerîkî û 1 ji wan welatiyên Brîtanya ne, ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve li Şingalê hatine rizgarkirin. Li aliyê din Wezareta Derve ya Brîtanyayê diyar kir ku heta niha der barê mijarê de ti daxuyanî nayê dayîn.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi vîdeoyekê ragihand ku Hêzên Pêşmerge sê kesên biyanî ji destê PKK rizgar kirine û radestî konsulxaneyên welatê wan yên li Herêma Kurdistanê kirine.
Di vîdyoya hatî belavkirin de, welatiyên Amerîkî Vincent Mark û Jean DeVola û Brîtanî Emer Edwards behsa serpêhatiyên xwe kirin.
Rûdawê ji Wezareta Derve ya Amerîkayê pirsî, gelo di vê derbarê de zanyariyên wan hene yan na?
Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva nivîskî ya xwe de ji Rûdawê re got: “Ewlehiya welatiyên Amerîkayê yên li derveyî welat di nav karên sereke yên di Wezareta Derve de ye. Haya me ji raporên derbarê mijarê de heye. Lêbelê, ji ber ku ew nepenî ye, em nikarin vê gavê bêtir zanyariyan parve bikin."
Heman mijar ji Wezareta Derve ya Brîtanyayê jî hat pirsîn. Lê belê di bersiva wezaretê de ev daxuyanî hatin dayîn: “Em niha nikarin di vê mijarê de ti tiştekê bibêjin.”
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê 4ê Gulanê videoeyek belav kir û tê de gotibû "Ew ji aliyê PKKê ve hatine xapandin ku li navçeya Şingalê peywendî bi refên YBŞê re bikin, lê mebesta şerkirina li dijî DAIŞê bûye.”
Li gorî daxuyaniya Encûmena Asayîşê sê kesên biyanî diyar kirin ku wan ji bo şerê li dijî DAIŞê bi şervanên YBŞê re têkilî danîne ne bi PKK re û got, "Lê dema rewşê dibînin û piştrast dibin, ew kesê ku ew anîne herêmê bi temamî berovajî tiştên ku berê ji wan re gotiye tevgeriyaye û wan dîtiye ew şervanên PKKê ne û li dijî Hêzên Pêşmerge, Hêzên Iraqê û Artêşa Tirkiyê ku hevpeymanên welatên wan in şer dikin."
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin