Wezareta Elektirîkê ya Kurdistanê dest bi 4 projeyên nû kir

Wezareta Elektirîkê ya Kurdistanê dest bi 4 projeyên nû kir

.

A+A-

Wezareta Elektirîkê ya Kurdistanê dest bi 4 projeyên zêdekirina elektirîkê kir.

Wezareta Elektirîkê ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, bi rêya kêmkirina veşartî, dest bi damezrandina santraleke gerrok ya elektirîkê kirine li devera Pira Hafiz ya bajarokê Çomanê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê jî sê projeyên berhemanîna elektirîkê bi rêya enerjiya tavê, bi hêza 25 mêga wat tên damezrandin.

Wezareta Elektirîkê eşkere kir, tevahiya wan projeyan dê ji aliyê şîrketên navxwe û taybet ve bên kirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin