Wezareta Karên Derve ya Fransayê: Em dizanin ku em deyndarê HSDyê ne
.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine got,”Em deyndarê HSDyê û şervanên azadiyê ne.”
Christophe Lemoine di konferansa rojnamegerî ya heftane ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê de daxuyanî da û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê di bersiva pirsa rojnamevanê AAyê de diyar kir ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo Rojava û HSDyê bidomînin.
Li ser pirsa "Gelo Fransa PKKyê wekç rêxistineke terorîst dibîne? Hûn qebûl dikin ku HSD têkiliyên xwe bi PKKyê re hene û rêxistineke veşartî ya PKKyê ye? Bersiva we çi ye ji bo daxwaza HSDyê ya leşkerên Fransî ji bo li dijî Tirkiyeyê li Sûriyeyê bicih bibin?" Lemoine wiha got:
"Ji bo me ya herî girîng ew e ku komên li ser axa Sûriyeyê çalak in, beşdarî pêvajoya derbasbûnê bibin.
Li gorî agahiyên min, ev e ya ku tê xwestin di navbera HSDyê û rayedarên Şamê de pêk were.
Ez dixwazim gotinên Serokkomar Macron ên li ser hêzên Kurd bi bîr bînim.
Em dizanin ku em deyndarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şervanên azadiyê ne.
Di salên zehmet ên têkoşîna li dijî terorê de ew li kêleka me bûn. Ev gotinên serokkomarê me ne."
Lemoine di konferansa rojnamegeriyê de behsa pêşketinên herêmê jî kir û got da zanîn Fransa ji hilbijartina serokkomarê nû yê Libnanê kêfxweş e û xwest ku ev hilbijartin ji bo gelê Libnanê û hevalbendên wê bibe "hêvî".
Lemoine di berdewamiyê de tekez kir ku ku divê piştî vê hilbijartinê hikûmeteke xurt were avakirin ku gelê Libnanê bîne ba hevdû.
3yê Çiriya Paşîn Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot û hevtaya wî Annalena Baerbockê ya Almanî çûbûn Şamê û bi Serokê Birêveberiya Sûriyeyê Ahmed Şer re civiyan.
Piştî hevdîtinên bi Ehmed Şer re Wezaretên Karên Derve yên Fransa û Almanyayê di daxuyaniyeke hevpar de daxwaz ku şerê li dijî hêzên Kurdî bê rawestandin û "berjewendiyên wan ên ewlehiyê" bên parastin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî beriya bi çend rojan di civîna salane ya konsul û balyozên welatê xwe de ragihand ku divê welatên rojavayî derbarê desthilata nû ya Sûriyeyê ya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed "saf nebin" û soz da ku welatê wî dê pişta şervanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bernede.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin