Wezareta Navxwe ya Herêmê û Bexdayê dicivin

Wezareta Navxwe ya Herêmê û Bexdayê dicivin

Bo guftûgokirina çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, sibe şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê bi Serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike.

A+A-

Bo guftûgokirina çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, sibe şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê bi Serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Di wê derbarê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed  ragihand, “Wezîrê Navxwe yê Iraqê ligel şandeke bilind tê Herêma Kurdistanê û ji bo axaftina li ser pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de me ew vexwandiye.”

Rêber Ehmed got: Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin tîmên wê bên Herêma Kurdistanê û li ser koma pirsgirêkan guftûgoyên cidî bikin, ji ber me ji demekê ve tîm û şandên xwe amade kirine, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin