
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Li Azerbeycanê bi Îsraîlê re civîneke ‘teknîkî’ hat kirin
.
- Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ya Tirkiyeyê diyar kir ku li Azerbeycanê di navbera şandeya Îsraîlê re hevdîtin hatiye kirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê got, "Bi Îsraîlê re, li ser avakirina mekanîzmayeke bêpevçûn ji bo ku li Sûriyeyê bûyerên nexwestî çênebin, duh li Azerbeycanê civîna teknîkî ya yekem hatiye kirin.”
Çavkaniyan her wiha ragihand ku mijara vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Helebê jî "bi baldarî tê şopandin.”
Wezaretê da zanîn ku di civîna hefteyî ya agahdarkirina çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamegeran da.
Çavkaniyên MSByê, li ser pirsên der barê rewşa dawî ya Sûriyeyê û êrişên Îsraîlê yên li ser baregehên Sûriyeyê wiha got:
"Em wekî Tirkiye, di çarçoveya daxwazên hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, piştgiriyê didin xurtkirina şiyanên wan ên parastinê û têkoşîna wan a li dijî hemû rêxistinên terorê bi taybetî jî li dijî DAIŞê.
Di vê çarçoveyê de nirxandinên ji bo avakirina baregehekê bi armanca perwerdeyê berdewam dikin.
Armanca Tirkiyeyê ya yekane ew e ku alîkariya temamiyeta axa Sûriyeyê, aramî û ewlehiya wê û paqijkirina wê ji terorê bike.
Tirkiye niyeta, şiyana û vîzyona vê yekê heye. Hemû xebatên ku di vê çarçoveyê de hatine kirin û dê bên kirin, di çarçoveya lihevkirina di navbera her du dewletan de, li gorî hiqûqa navneteweyî û bêyî ku welatên sêyemîn bike armanc, tên kirin û dê bên kirin.
Hêzên Çekdar ên Tirk li her derê ku diçin aramî û aştiyê dibin û ji bo kesên ku ne gef li ser wan in ne gef in.
Berevajî vê yekê, Îsraîl bi têgehiştina xwe ya siyaseta derve ya pevçûnker, bi tohmetan Tirkiyeyê dike armanc.
Ew jî bi daxuyaniyên provokatîf hewl dide ku di raya giştî ya navneteweyî de wisa bike goya di navbera her du welatan de aloziyeke derew/germbûneke derew heye, dixwaze serê mirovan tevlihev bike.
Mumkîn nîne ku Îsraîl vê rêyê ku ji bo veşartina kiryarên xwe yên bêhiqûqî hilbijartiye, zêdetir bidomîne."
Çavkaniyên Wezaretê li ser pirsên der barê têkiliya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ji bo "bêpevçûnê li Sûriyeyê" wiha gotin:
"Ji bo ku li Sûriyeyê bûyerên nexwestî çênebin, der barê avakirina mekanîzmayeke bêpevçûnê de duh li Azerbeycanê civîna teknîkî ya yekem hat kirin. Dê xebat ji bo avakirina mekanîzmaya bêpevçûnê berdewam bikin."
“HSD ji Heleb û Bendava Tişrînê vekişiya”
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser pirsên derbarê vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Heleb û Bendava Tişrînê, bi bîr anîn ku bandorên rêkeftina HSD bi Hikûmeta Sûriyeyê re li ser erdê girîng in.
Hat ragihandin ku di vê çarçoveyê de mijara vekişîna HSD ji Heleb û Bendava Tişrînê û radestkirina wan a ji Hikûmeta Sûriyeyê re "bi baldarî tê şopandin.”
Nûçeyên avakirina rêxistineke "dijî Tirkiyeyê" li Qibrisê
MSByê li ser nûçeyên li Qibrisa Başûr a avakirina rêxistineke nû ya dijî Tirkiyeyê wiha got:
"Peyamên ku ji aliyê Komara Rûm a Qibrisê û Yunanistanê ve hatine weşandin û pîrozbahiyên ku bi wesîleya salvegera rêxistina terorê EOKA ku bi armanca ENOSISê di 01ê Nîsana 1955an de yekemîn çalakiyên xwe pêk anîn û bi jenosîdkirina gelê Tirk ê Qibrisê navê xwe bi xwînê di dîroka Qibrisê de nivîsî, ji bo nîşandana motîvasyona rêxistina terorê ya nû ku tê îdia kirin ku hatiye avakirin girîng in.
Tê dîtin ku li Komara Rûm a Qibrisê û Yunanistanê dijminatiya Tirkan roj bi roj zêde dibe.
Tê dîtin ku daxwaza ENOSISê ji malbatê heta dibistan, dêr û leşkergehê, ji nifşên ciwan re tê dayîn û dijminatiya Tirkan tê pêşxistin. Ev pêşketin nîşan dide ku di siyaseta Qibrisê ya zîhniyeta Rûmî/Yunanî de ji rabirdûyê heta îro ti guherîn çênebûye.
Divê bê zanîn ku Tirkiye dê destûrê nede ti çalakiya ku tundî dihewîne ya li dijî ewlehiya Tirkên Qibrisê û serweriya Komara Tirk a Bakurê Qibrisê (KKTC) û hewldanên nexwestî..."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin