Wezareta Perwerdê rêkeftinek bi Peymangeha Goethe ya Almanî re îmze kir
.
Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, rêkeftinek ligel Peymangeha Goethe ya Almanî di warê pêşvebirina perwerde û fêrkirinê de îmze kirine.
Wezareta Perwerdê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, îro 10ê Gulana 2022yan, Wezîrê Perwerdê Alan Hemeseîd Salih tevî Rêveberê Giştî yê Dîwan û Rêveberê Giştî yê Amadehî û Pîşeyî yê li Wezareta Perwerdê, pêşwazî li Balyozê Giştî ya Almanyayê Klemens Semtner û Rêvebera Peymangeha Goethe Anais Boelicke û şanda ligel wan kir.
Di berdewamiyê de eşkere kir, ligel şanda Almanî tekezî li bihêzkirina pêwendiya navbera her du aliyan kirine, bi taybetî di warên pêşvebirina perwerdehî û fêrkirinê û pêşvebirina dibistanên Almanî yên li Herêma Kurdistanê.
Herwiha Wezareta Perwerde destnîşan kir, rêkeftina ligel Peymangeha Goethe ya Almanî ji bo çar salan hatiye îmzekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin