Wezareta Pêşmerge ligel şandeke serbazî ya Amerîkayê civiya
.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê mûçeya Pêşmergeyan û metirsiya terorîstên DAIŞê ligel şandeke serbazî ya Amerîkayê civiya.
Wezareta Peşmerge daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn şandeke serbazî ya Amerîkayê ligel şandeke Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê civiyaye. Herwiha di civînê de guftugo derbarê mafên darayî yên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hatine kirin û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl daxwaza berdewambûn û berfirehtirkirina alîkariyên darayî ji bo hemû hêzên Pêşmerhe bike û berpirsê nivîsîngeha hemahengiya emnî ya Amerîkayê li Iraqê soz daye ku ew ê hewl bidin derfetên Pêşmerge werin baştirkirin û ew ji rewşa Pêşmergeyan fam dikin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku şanda Amerîkayê tekezî li wê yeke kiriye ku ew ê berdewam bin liser hemahengi û alîkariya Pêşmerge û ji bo derfetên Pêşmergeyan were baştirkirin jî ew ê hewl bidin.
Herwiha di beşeke din a gotûbêjê jî de metirsiya DAIŞê, reformên Wezareta Pêşmege jî hatine gotûbêjkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin