Wezareta Pêşmerge: Roja duyem a operasyona hêzên Pêşmerge li Kerkûkê birêve çû
.
A+A-
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, roja duyem a operasyona hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Qerehesen a ser bi parêzgeha Kerkûkê birêve çû.
Wezareta Pêşmerge do bi daxuyaniyekê da zanîn, îro danê sibê 14ê Îlona 2022yan, li Mîhwera Çar a Hêzên Pêşmerge, operasyona roja duyem li navçeya Qerehesen, li gundên Siyamend Sûr, Qişlax, Ferqan, Pelkan, Bizle û Şêx Cîrî berdewam bû.
Herwiha hat ragihandin, operasyon ji du aliyan ve destpê kir û heta şeş û nîv saetan berdewam bû ku tê de yekeyên ser bi Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge beşdar bûn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin