Wezareta Tendirustîyê: 6 kesên din tûşî Koronayê bûne
Wezareta Tendrustîya Herêma Kurdistanê îro roja sêşêmê 24.03.2020an bi daxuyanîyekê aşkere kir 6 haletên din ê tûşbûyîyên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustîyê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser facebookê bi daxuyanîyekê ragihand di berdewamîya pişkinînan de hatîye teşhîskirin ku 6 kesên din bi nexweşîya COVID-19 yanî vîrusa Koronayê ketne. Di nava wan de 2 zarokên yek salî zarokekî 9 salî û 3 jin zilamek heye.
Ligor amarên dawî yên Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistnê heta niha 91 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û 2 kes jî ji ber Koronayê mirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin