Wezareta Tenduristîyê daxuyanîyek nû belav kir
Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina xwe ya îro derbarê nexweşîya vayrusa Koronaya li Herêma Kurdistanê belav kir.
Navenda Nûçeyan - Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Pişkinînên derbarê nexweşîya vayrosa Koronayê ya nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê berdewam in û bi vî awayî ne:
Kerentîn
Hejmara hemwelatîyên di kerentînan de (5,945) hemwelatî bûn di 29 cihên cuda de. Niha tenê 1,496 hemwelatî di kerentînan de man e, (546) li Hewlêr, (139) li Silêmanîyê, (722) li Dihok, (48) li Helebce, (3) li Germîyan û (38) jî li Raperîn. (4,372) hemwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di kerentîneyê de derbas kirine. Hejmareka din di 24 demjimêrên borî de hatine kerentîne kirin ku tevaya hejamara wan (35) hemwelatî bûn.
Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,087) pişkinîn hatin encamadan. (861) li Hewlêrê, (157) li Silêmanîyê û (70) jî li Dihokê.
Di encam de, (14) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:
Li Parêzgeha Hewlêrê: (2) Erênî, jineka temen 20 salî û zilamekî temen 25 salî ku berketîyên tûşbûyên berê ne.
Li Parêzgeha Silêmanîyê: (7) erênî, zelamekî temen (37) salî li qezaya Seyîd Sadiq ku ji geştê vegerîya bû û di kerentîneyê de bû. Zelamekî temen (26) salî li nav bajarê Silêmanîyê û (5) jin temenên wan (57,22, 21, 19, 15) salî li qezaya Çemçemal ku hemû berkevtîyên tûşbûyên berê ne.
Li Parêzgeha Helebce: (5) erênî, zelamekî temen (25) salî û (4) jin temenên wan (53, 35, 28, 25) salî ku tevaya wan berkevtîyên tûşbûyên berê ne.
Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (190) kesan, di nav wan de, (2) haletên mirinê hene û (61) nexweş başbûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikin, hemwelatî bi tî awayekî ji malên xwe neyên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristî, çunku sedema tûşbûna (152) haletan, bi rêjeya 80% ji tevaya tûşbûyên Koronayê bi sedema pabendnebûnê ye bi rênimayîyên tenduristîyê û berkevtîyên hev dû bûne. Lew di dema pêwîst de peywendîyê bi hêla germa jimareya (122) bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin