Wezîrê Bazirganiya Navxwe yê Sûriyeyê: Danûstandina bi HSDyê re ji bo yekparçeyiya Sûriyeyê ye
.
Wezîrê Bazirganiya Navxwe yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Mahir Xelîl Hesen di hevpeyvînekê de bi Ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku danûstandinên wan ên bi HSDyê re ne girêdayî mijarên aborî ne.
"Mijar ji pirsa petrol an genim an berhemeke din mezintir e. Pirsa serweriyê ye, pirsa serweriya Dewleta Sûriyeyê ye, pirsa vegerandina desthilata hikûmetê yan dewleta niha ye li ser hemû axa Sûriyeyê."
Her wiha dibêje danûstandina wan danûstandineke siyasî ye û ev danûstandin bi hêzên Kurd ên din re jî heye: "Pêkhateya Kurd nabe tenê di HSDyê de an ya ku jê re dibêjin HSD de kurt bibe. Gelê Kurd pêkhateyeke sereke û bingehîn e di nav gelê Sûriyeyê de... Danûstandin bi hemû hêzên Kurdan re berdewam e, çi HSD be an hêzên din be, ji bo vegerandina yekparçeyiya hemû axa Sûriyeyê da ku bibe yek parçe... Em xwestineke mezin di nav birayên xwe yên Kurd de dibînin ji bo tevlîbûna di dewleta nû de û berdewam nebûna di vê rewşa niha de ya ku ji aliyê beşek ji wan, ne hemû, li ser wan hatiye ferzkirin."
Hevpeyvîn: Zana Kyanî
Rûdaw: Silav li we birêz wezîr. Volodimir Zelenskî Serokê Ukraynayê ragihand ku wê hinekî genim wekî alîkarî ji bo gelê Sûriyeyê bişîne. Gelo ev alîkariya Ukraynayê gihîştiye depoyên we?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Silav li te jî, bijî. Belê, di vî warî de gotin hene lê heta niha negihîştiye, gihîştina wê hewcedarî bi hinekî demê heye.
Rûdaw: Diyar e Rûsya yek ji wan welatan bû ku genim dida Sûriyeyê lê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed ragihand ku dabînkirina genim ji bo Sûriyeyê radigire. Gelo ev yek dê bandorê li ser Sûriyeyê bike?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Mekanîzmaya dabînkirina genim ji aliyê Rûsyayê ve ji bo rejîma berê mekanîzmeke aloz bû bi awayekî ku genim dihat şandin bêyî dayîna pere û tomarkirina deynê kombûyî heta ku biha gelek zêde bû. Pêwendî bi me re hat kirin ji bo berdewamiya girêbestên berê bi mercê dayîna pere lê di rastiyê de girêbestên bi rejîma berê re bi bihayekî gelek zêde hatibûn kirin ku nêzîkî du qatê bihayê rastîn ê genim bû li bazarê, lewma niha me ew girêbest rawestandine.
Rûdaw: Birêz wezîr, carekî din wê yekê bipirsim têkildarî alîkariya Ukraynayê, te got hê dem pêwîst e. Gelo tu dem hatiye diyarkirin ka kengî ew alîkariya Ukraynayê dê bigihîje yan na?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Derbarê mijara alîkariyan, gelek welat pêwendiyê bi me re dikin û amadekariya xwe diyar dikin ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji gelê Sûriyeyê re ku bi rastî gelek êşê dikişîne ji encama qonaxa rejîma rûxayî. Spasiya hemû welatan dikin ji bo vê niyeta wan a baş û xwesteka wan ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji gelê Sûriyeyê re, ji wan jî Ukrayna.
Rûdaw: We ragihandiye ku sêyeka bihayê kelûpelên hawirdekirin bacek bû ku malbata desthilatdar, yanî malbata Esed ji bazirganên werdigirt. Gelo niha piştî nemana rejîma Esed, bihayê kelûpelên hawirdekirî ji bo hemwelatiyan daketiye?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Belê, rasterast û bi lez daket, xelkê jî hest bi vê yekê kir dema ku me hemû ew bertîl û bac hatin hilweşandin ku rejîma berê li ser bazirgan û hawirdekar û pîşesazan sepandibûn. Ji bilî wê jî bi awayekî tund û pratîkî lêkolîn li ser kêmkirina baca gumrikê li ser hemû kelûpelên hawirdekirî dikin. Spas ji Xwedê re, bihayê piraniya kelûpelan bi rêjeya nîvê daketiye û hinek ji wan bêhtir jî.
Rûdaw: Te amaje bi bacê kir. Gelo mekanîzmek we daniye ji bo kêmkirina bacê li ser xwarinên hawirdekirî?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Belê, belê. Doh civîneke me hebû û çend civînên din jî li pey wê tên, dibe ku îro û sibe. Siyaseta me ya giştî kêmkirina baca gumrikê be ji bo kêmtirîn ast, ku hevsengiyê di navbera hatina dewletê û kêmkirina bihayan ji bo hemwelatî û xelkê bi giştî çêdike. Piraniya wan kelûpelên ku di civîna doh de hatin gotûbêjkirin, bacên wan hatin kêmkirin yan lêkolîn li ser kêmkirina bacên wan hat kirin ji bo nêzîkî pêncî ji sedî ya wê baca ku berê hebû.
Rûdaw: Em behsa mûçeyê xelkê bikin. Di serdema rejîma Beşar Esed de pirsgirêkeke mezin a xelkê mijara kêmiya mûçe bû. Niha piştî nemana Beşar Esed, gelo mûçe bi rêjeya ji sedî 400î hatine bilindkirin?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Di rastiyê de, biryar hat dayîn li ser bilindkirina mûçeyan bi wê rêjeya te behs kir lê pêwîstiya me bi hinekî demê heye. Mebesta min ji hinek demê çend roj in ne demeke dirêj e, ji bo rêkxistina karên bername û karmend û çavkaniyên mirovî li hemû parêzgehên Sûriyeyê heta ku em wan bilind bikin ji bo darayî û pejirandina wê zêdebûna ku hat behskirin.
Rûdaw: Mijareke din a gelekî girîng têkildarî pêwendiyên we bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ye. Di hevpeyvîneke çapemeniyê ya berî çend rojan de, hûn dibêjin danûstandinên we bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hene û di van çend rojan de hûn dê bigihîjin encamê. Gelo hûn gihîştin ti encamekê bi HSDê re?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Di rastiyê de, pêkhateya Kurd nabe tenê di HSDyê de an ya ku jê re dibêjin HSD kurt bibe. Gelê Kurd pêkhateyeke sereke û bingehîn e di nav gelê Sûriyeyê de, beşekî jênebir e jê, ew xelkê me ne û em jî xelkê wan in. Danûstandin bi hemû hêzên Kurdan re berdewam e, çi HSD be an hêzên din be, ji bo vegerandina yekparçeyiya hemû axa Sûriyeyê da ku bibe yek parçe, Sûriyeke yekgirtî ku hemûyan di xwe de bigire ji Kurd û Ereb, dûr ji tayîfe an nijad an olê. Danûstandin berdewam in û bi saya Xwedê ber bi başiyê ve diçin. Em xwestineke mezin di nav birayên xwe yên Kurd de dibînin ji bo tevlîbûna di dewleta nû de û berdewamnebûna di vê rewşa niha de, ku ji aliyê beşekî ji wan, ne hemûyan, li ser wan hatiye sepandin.
Rûdaw: Ez dixwazim behsa wê bikim, lê birêz wezîr bila carekê bersiva wê pirsê werbigirim, ew danûstandina ku we bi HSDyê re kiriye encam hebû, gihîştin ti encamekê?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Danûstandinên di navbera me û HSDyê de danûstandinên siyasî ne ku rêveberiya siyasî li hikûmetê pêk tîne, ne danûstandinên teknîkî ne, di navbera wezaretekê an wezareteke din de. Lewma berdewam in çi bi HSDê re an bi hêzên din re. Ev danûstandin nehatine eşkerekirin, ji ber ku hîn di qonaxa şêwirmendiyê de ne, eger her encamek hebe, rêveberiya siyasî dê zelal bike.
Rûdaw: Lê ev mijarek e ku dibe bi wezareta we ve girêdayî be. Ez dixwazim bizanim danûstandinên we li ser çi bûn, gelo derbarê petrolê bûn?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Na, na. Di rastiyê de mijar mezintir e ji pirsa petrol an genim an berhemeke din. Pirsa serweriyê ye, pirsa serweriya dewleta Sûriyeyê ye, pirsa vegerandina desthilata hikûmet an dewleta niha ye li ser hemû axa Sûriyeyê, pirsa tevlîbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye di dewleta niha û hikûmeta niha de û beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye di avakirina Sûriya nû de ya ku em hêviyê pê dixwazin. Wekî min got, pêkhateya Kurd pêkhateyeke gelekî girîng e di vê qonaxê de.
Rûdaw: Baş e birêz wezîr, Kurd daxwaza mafên siyasî û neteweyî û destûrî ji bo Kurdistana Sûriyeyê dikin. Te amaje pê da ku Kurd beşekî girîng in li Sûriyeyê, gelo hûn vekirî ne ji bo vî cure danûstandinan bi Kurdan re ji bo dayîna van mafên ku ew dixwazin?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Ev mijar di rastiyê de girêdayî rêveberiya siyasî ne, lê ya ez dizanim, wekî min ji te re got, Sûriye ji bo hemûyan e, ne ji bo neteweyeke diyarkirî an nijadeke diyarkirî an oleke diyarkirî ye. Hemûyan li xwe digire, dîroka Sûriyeyê wiha dibêje. Ya di qonaxa berê de di nav pêncî an şêst salên borî de qewimî ku ev nijadperestî û tayîfeperestî çespand, rejîma rûxayî ya Esed bû lê eger em vegerin berî wê dîrokê em dibînin di nav gelê Sûriyeyê de kes behsa nijad an tayîfe yan olê nake lê behsa Sûriyebûnê dike wekî pêkhateya sereke dûr ji hemû tayîfe û ol û nijadan.
Rûdaw: Tu dizanî ku Kurd duyemîn neteweyên herî mezin in li Sûriyeyê lê bi nerîna li pêkhateya hikûmeta veguhêz em dibînin Kurd tê de tune ne, gelo ev yek rast e?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Bêguman ew pêkhateyeke sereke ne û roleke çalak û mezin a wan dê di qonaxa pêş de û di hikûmeta veguhêz de hebe. Bila tiştekî ji te re bibêjim: Ez bawer dikim ya ku hişt hin Kurd bifikirin li ser netewperestî yan avakirina dewleta Kurdî yan neteweyîbûnê, kiryarên rejîma rûxayî bûn. Em dizanin rejîma rûxayî li ser dabeşkirina gelê Sûriyeyê kar kir bo nijad, tayîfe û olan da ku kontrol bike û samanê wê bidize. Wekî em dizanin beşeke mezin ji birayên Kurd ji gelek mafên medenî bêpar hatibûn hiştin. Ez dizanim beşek an beşeke mezin ji wan nasnameya wan a medenî jî tunebû. Ev kiryarên rejîma rûxayî bûn sedema çêbûna xwesteka avakirina dewleta Kurdî yan hestên neteweyî yên Kurdî ji encama wê sitemê ya ku rejîma rûxayî dikir lê niha, bi saya Xwedê di bin siya dewleta dadmend de, dewleta dilovanî, dewleta lêborînê, dewleta mirovahiyê, dewleta pêkvejiyana hemûyan, ev hemû tişt bi piştgiriya Xwedê namînin.
Rûdaw: Baş e birêz wezîr, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, welatên Ewropayê û heta Îraq û Herêma Kurdistanê jî dixwazin ku li Sûriyeya nû hikûmeteke pirralî hebe ku hemû pêkhate û netewe tê de beşdar bin. Hûn wekî desthilateke nû we amaje pê kir ku hûn dê mafên hemû neteweyan bidin, gelo hûn hikûmeteke pirralî qebûl dikin?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Bêyî daxwazê jî, ev siyaset û dîtina me ye; Sûriye ji bo hemûyan e, Sûriye ne ji bo komeke diyarkirî an tayîfeyeke diyarkirî an mezhebeke diyarkirî ye, Sûriye ji bo hemû kesî ye. Bêyî ku kes ji me daxwaz bike ev siyaset û dîtin û peyama me ye ku ji destpêka proseya rizgarkirinê me kiriye. Sûriye ji bo hemûyan e û em daxwaz ji hemûyan dikin beşdar bibin, ne tenê destûrê bidin bo beşdariyê, lê daxwaz ji wan tê kirin beşdar bibin, ji vir em daxwaz ji hemû Sûriyan dikin bi hemû tayîfe, nijad û mezhebên xwe ve ji hundir û derve dest bixin nav destên hev ji bo avakirina Sûriya nû, Sûriya paşerojê.
Rûdaw: Birêz wezîr, Kurdistana Sûriyeyê çavkaniyeke sereke ya genim, birinc, pembo û her wiha petrolê ye. Hikûmeta we çawa danûstandinê bi wê re dike?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Sûriye bi giştî wekî mirovekî ye, wekî laşekî ye ku nabe mirov bêyî yekî ji endamên xwe bijî. Nabe herêmên rojhilat ku niha di bin desthilata ku jê re tê gotin HSDyê de ne, bêyî herêmên din ên parêzgehên din bijî, ne parêzgehên din jî dikarin bêyî hev ji aliyê bazirganî û çandiniyê ve bijîn. Herêmên rojhilat taybetmendiyên xwe hene, dibe ku li hin herêman tune bin û berevajî jî, ya li herêmên din, herêmên navîn an kenaran heye li herêmên HSDyê an herêmên di bin desthilata Kurdan de tune. Yekxistina van hemû herêman di bin çetra hikûmeta nû de, gelek destkeftiyan dide Sûriyan û hemwelatiyên bi hemû çîn û nijadên xwe ve, her wiha wan guşarên jiyanê kêm dike ku niha li ser hemû aliyan hene, bi rêya alûgoriya kelûpelên bazirganî û çandiniyê di navbera hemû parêzgehan de û kêmkirina hawirdeyê, ji ber van asteng û van pêkhateyên cudaxwaz ên niha.
Rûdaw: Baş e ez dixwazim pirsekê bikim birêz wezîr, ji devê te dixwazim bizanim birêz Ehmed Şeri danûstandinê bi pirsa Kurd re çawa dike? Gelo dema hûn li Idlibê bûn, planeke nivîsandî ya we hebû ji bo çareserkirina pirsa Kurd?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Hûn dikarin vê pirsê ji wî bikin.
Rûdaw: Bi wê ku tu wezîr î di hikûmeta wî de û ez bawer dikim tu jî wî nêzîkî wî yî, tu nikarî bersiva vê pirsa min bidî?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Min bersiv da û min ji te re got nerîna me ji bo gelê Kurd wekî pêkhateyeke sereke ye, di rastiyê de em naxwazin heta peyvên gelê Kurd an gelê Ereb an gelê Ermen bi kar bînin, em gelê Sûriyeyê ne û yek i lê wekî min ji te re got qonaxa berê bû ku ev rewş çespand. Dîtina me pişavtin û nehiştina hemû van hemû têrman e û tenê em berê xwe bidin têrma Sûriyeyê, hemû siyasetên me di vê çarçoveyê de ne.
Rûdaw: Baş e birêz wezîr, em behsa pêwendiyan bikin bi Îraqê re. Danûstandinên we bi Hikûmeta Îraqê re hene ji bo vekirina deriyên sînorî bi Iraqê re?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Bêguman pêwendî çi bi hikûmeta Îraqê re an welatên cîran bi giştî, hikûmeta Îraqê yan dewleta Tirkiyeyê yan heta Urdin an Libnan, nêzîk an dûr, spas ji Xwedê re serdanên pir û zû û berdewam ji hemû welatan hene ji bo vekirina rûpeleke nû piştî ku rejîma berê derî li ser hemû welatan girtibû bi taybetî welatên bira û cîran. Tevgera bazirganî bi lez vegeriya li wan cihan ku ji aliyê lojîstîkî ve amade ne an bi rêya hin rêyan ve, hin cih dibe ku pêwîstiya wan bi hinekî demê hebin lê xwestina hevpar a di navbera dewleta niha û welatên cîran de xwestineke xurt e ji bo çalakkirina pêwendiyên bazirganî di navbera dewleta niha û hemû welatan de, çi welatên Erebî yên bira yan heta welatên biyanî yên dost.
Rûdaw: Ez ji Herêma Kurdistanê re gotûbêjê bi te re dikim. Ez dipirsim gelo hûn dixwazin pêwendiyên bazirganî bi Herêma Kurdistana Îraqê re çêbikin?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Heta ya ku ez dizanim, destê me vekirî ne ji bo pêwendiyê bi hemû welatan re di bin sîwana pêwendiyên dualî û dostane di navbera dewleta niha û hemû welatan de, bêyî çavkanî û pêşîneya wan.
Rûdaw: Di dema borî de, birêz wezîr, bazirganî hebû di hawirdekirina zeytûn, zeyta zeytûnê de ji hin deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi Sûriyeyê re. Ev danûstandin û bazirganî dê berdewam bin?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Mebesta te pêwendiyên bazirganî yên di navbera rejîma berê û Herêma Kurdistanê de ne?
Rûdaw: Mebesta min hikûmeta niha ye, mebesta min bazirgan in, bazirgan danûstandinê bi Herêma Kurdistanê re li Sûriyeyê û li Rojavaya Kurdistanê bi Herêma Kurdistana Îraqê re dikin, hûn destûrê didin ku ev bazirganî berdewam be?
Wezîrê Bazirganiya Navxwe: Em li her cihekî berjewendiya gelê Sûriyeyê bibînin, ev gelê mezin ê ku êşa çewsandin û hejarî û derbederiyê kişandiye, li her cihekî berjewendiya gelê Sûriyeyê bibînin ji bo kêmkirina êşên wî û vegerandina wî bo cihê wî yê rastîn, em ji tu hewlekê xwe paş venakişînin di vê çarçoveyê de, bi her aliyekî re li gorî siyaseta ku ji aliyê serkirdayetiya niha ve hatiye danîn.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin