Wezîrê berê yê Tirkiyê: Diviyabû Tirkiyê bi YPGê re peywendiyên xwe baş bikira

Wezîrê berê yê Tirkiyê: Diviyabû Tirkiyê bi YPGê re peywendiyên xwe baş bikira

.

A+A-

Wezîrê Derve yê berê yê Tirkiyê Yaşar Yakiş ragihand ku ew ji destpêkê ve li dijî destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyê bûye û  got: “Diviyabû Tirkiyê PKK û YPGê ji hev cuda bikira û li gor min siyaseteke rasttir bû ku Tirkiye bi YPGê re peywendiyan deyne û her du rêxistinên kurdî ji hev cuda bike.”

Balyozê teqawîtbûyî û Wezîrê Derve yê berê yê Tirkiyê Yaşar Yakiş beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê gefên Erdogan ên operasyoneke li dijî Rojavayê Kurdistanê de û çend mijarên din ê di rojevê de ne axivî.

Yaşar Yakiş diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heta niha ji eşkerekirina hûrgiliyên operasyonekê xwe dûr digire, lê daxuyaniyên wî yên herî dawî amaje bi rewşa pir-bijardeyê dikin.

Yakiş diyar kir ku ew di wê baweriyê de bûn ku di destpêkê de Erdogan di daxuyaniyên xwe de behsa  herêma rojhilatê Firatê ya di navbera Girê Spî û Serê kaniyê dike û got: “Lê ez bawer dikim ku ew dikare stratejiyek berfirehtir pêş bixe ku wê bigihîne aliyên din û pirsgirêkên li Minbic û Til Refatê çareser bike. Ez wisa difikirim, di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya ku roja Pêncşemê tê lidarxistin de dê hinekî hûrgilî were dayîn. Lê gelo ew eşkere dibe an na ew kareke cûda ye.”

Yakiş derbarê herêmên ku bikeve li ber operasyoneke çaverêkiriî de jî got: “Dema ku birêz Serokkomar behsa rojhilatê Firatê dikir, ev herêm 434 kîlometre di bîra min de bû. Paşê bi destwerdana Rûsan ew mesaf ji 434 kîlometiran daket 130 kîlometiran û firehiya wê jî ji 50 kîlometran daxist korîdoreke 30 kîlometir. Ya girîngtir jî biryar hate girtin ku leşkerên Rûsyayê û Tirkiyê bi hev re li vir dewriyê bikin. Bi gotineke din, çend gav paşde hatin avêtin.”

“Ji bo Tirkiyeyê firsenda muzakereyê derketiye holê”

Li ser pirsa “Gelo ji bo operasyoneke muhtemel, ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve rê bo  Tirkiyê re hatiye dayin?” Yaşar Yakiş wiha got: “Dibe ku heta niha rê nehatibe dayîn, lê karta veto ya Tirkiyê NATOyê û endamtiya Fînlanda û Swêd li ser masê ye, mirov dikare bibêje bazariyek tê kirin. Ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û mijara endamtiya Fînlanda û Swêd bo NATOyê du derfet derketin li pêşiya Tirkiyê. Ez texmîn dikim ku Tirkiye dikare van hemûyan bikar bîne."

Yakiş li ser pirsa gelo girêdana biryara operasyonê bi hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê re heye yan na jî wiha got: “Hilbijartin jî dibe yek ji faktoran. Dema ku bikeve qonaxa hilbijartinê, ger serkeftinên artêşa Tirkiyê eşkere bibin, divê were çaverêkirin ku AK Partî dê ji bo komkirina dengan li ser platformên hilbijartinê vê yekê bikar bîne. Dema hikûmetek firsendeke wiha bi dest bixe naxwaze ji dest bide. Wekî ku tê gotin, stêrk li asimanan her 287 salan carekê dikevin li ser heman xetê. Eger ji bo Tirkiyê 287 sal carekê stêrkên wiha bi vî rengî bên cem hev, dibe ku bixwazin jê sûdê werbigire. Her welatek dixwaze ji derfeteke bi vî rengî sûdê werbigire.”

“Divê Tirkiye PKK û YPGê ji hev cuda bike”

Yakiş amaje bi wî yekê kir ku di dema operasyonên dervey sînorî Tirkiyê de leşkerên wî welatî bêne kuştin, dê derdoreke diyar a gel bibêje “leşkerên me çima li wir tên kuştin” û  bertek nîşan bidin, lê derdorên neteweperest jî dê cuda şîrove bikin.

Di berdewamiya axavtina xwe de Yakiş got: “Ji destpêkê ve, ez di wê baweriyê de bûm ku destwerdana Tirkiyê li Sûriyê xelet bû û heta niha jî ez di wê baweriyê de me. Di destpêkê de hewla Tirkiyê hebû ku bi kurdên Sûriyê re li hev bike. Gelek caran Salih Mûslûm vexwendibûn Tirkiyê. Peyama ku Tirkiye di wê demê de dixwest bide ev bû; hûn li dijî Beşar Esed şer îlan bikin, em dê li pişt we bisekinin. Salih Muslim ji ber ku hevsengiyên li Sûriyê baş dizane dibe ku ev pirs ji xwe kirbe; `Eger Beşar Esed li ser pêyan bimîne û bihêz bibe, gelo Tirkiye dikare min ji destê Beşar Esed rizgar bike?` Loma jî YPGê bijardeya Tirkiyê ya ragihandina şer li dijî Esed red kir, lewma rêyên wan ji hev cuda bûn. Lê ji destpêkê ve destwerdana Tirkiyê li Sûriyê xelet bû û niha jî wisa ye.”

Derbarê hebûna Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de jî Yakiş got: “Bi baweriya min divê Tirkiye di zûtirîn dem de ji wir derkeve. Ev peyama ku Salih Mûslûm dabû Tirkiyê jî jixwe ew bû. Muslim digot; 'ez ji bo ku doza gelê xwe pêş bixim dixebitim. Pirsgirêka min bi Tirkiyeyê re nîne'. Diviyabû Tirkiyê PKK û YPGê li wir ji hev cuda bikira û li gor min siyaseteke rasttir bû ku Tirkiye bi YPGê re peywendiyan deyne û her du rêxistinên kurdî ji hev cuda bike.”

“Divê Tirkiye stratejiya xwe ya derketina ji Sûriyê di zûtirîn dem de rabigihîne”

Li ser pirsa gelo “Tirkiye dixwaze herêmên ku li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, weke Îskenderûnê bike parçeyek ji axa xwe yan na?” Yaşar Yakis got: “Zehmet e ku li civaka navneteweyî vê yekê bide qebûl qebûlkirin. Bi dîtina min rastir e ku Tirkiye di zûtirîn dem de stratejiya derketina ji Sûriyê diyar bike û ragihîne. Eger hewa were dayîn ku çavê we li ser axa welatên din be, wê demê kesek din çavê xwe berde  axa ew welat jî dê mafdar be. Ji ber vê yekê divê em sînorên ku bi peymanên navneteweyî hatine diyarkirin biparêzin û bibêjin aliyê din ê sînor ê wan e, ev alî axa me ye, em dê biparêzin. Wekî din, ez di wê baweriyê de me ku operasyonekê ku dê hewl bide sînor berfireh bike dê zirarê bide Tirkiyê. Civaka navneteweyî vê yekê bi hêsanî qebûl nake."

“Hebûna Tirkiye û Amerîkayê li Sûriyê nerewa ye”

Yakiş li ser îhtîmala rûbirûbûna navbera Tirkiye û Îranê di egera operasyoneke muhtemel a li ser Rojava Kurdistanê de jî got, “Ev dê her tim di navbera Tirkiye û Îranê de bibe pirsgirêk ji ber ku Rûsya û Îran li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Sûriyê çûne Sûriyê. Ji ber vê yekê hebûna wan a rewa li wir heye. Li aliyê din Tirkiye û Amerîka bêyî rizamendiya hikûmeta Sûriyê çûnê wê derê. Ji ber vê yekê jî dema mirov helwesta du komên welatan di warê hiqûqa navneteweyî de binirxîne, yek rewa û ya din jî weke pêkhateyek ne rewa tê dîtin. Divê ev jî li ber çavan bê girtin.”

“Dewletên mezin dixwazin karta Kurdan di berîka wan de be”

Yaşar Yakiş diyar kir ku ew nêzîkî 40 salan karê dîplomasiyê kiriye û derbarê helwesta Amerîka û welatên rojavayî ya li hemberî operasyoneke nû ya li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk de jî wiha got: “Tiştek heye ku ez jê bawer dikim. Têkiliyên navneteweyî mîna hêza destan e. Kî bikare destê aliyê din bitewîne ew bi ser dikeve. Amerîka li herêmên Kurdî yên li Sûriye û Iraqê yan jî Rojhilata Navîn siyaseteje xwe heye. Li gorî hinek amaran hejmara Kurdan 35 heta 42 milyon e. Di cîhanê de mezintirîn neteweya bê dewlet tê dîtin. Yanî haya civaka navneteweyî jî ji vê yekê heye. Welatên wek Amerîka, Brîtanya, Rûsya û Fransa ku siyaseta cîhanî dişopînin, dixwazin karta Kurdan di bêrîka xwe de bihêlin. Çima? Ji ber ku Kurd li çar welatên krîtîk ên Rojhilata Navîn pêkhateyeke girîng pêk tînin. Li Îran, Sûriye, Iraq û herî zêde li Tirkiyê Kurd hene. Ji ber vê yekê dema welatên polîtîkayên cîhanî dişopînin, dixwazin van welatan hêrs bikin, dixwazin karta Kurdan deynin ser masê û danûstandinan bikin.”

Yakiş da zanîn ku rewşa Kurdan li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê ji hev cuda ye û got: “Rewşa Kurdan herî pêşketî li Iraqê ye. Iraqê parlamentoya wan heye, serokwezîr heye û herêmeke xweser e. Heta ku weke ez dizanin dema kesek ji Bexdayê here Hewlêrê jê pasaport tê xwestin. Wate lu Neteweyên Yekbûyî ji bilî nebûna ala maseyê, her tişt heye. Heta referandum jî hat kirin û ji sedî 94ê dengan erênî bûn. Lê Kurdistana Iraqê nikarîbû bibe dewlet, ji ber ku şert û mercên wê rojê rê nedabûn.”

“Amerîka dixwaze dewleteke Kurdî hebe”

Derbarê rewşa Kurdan de jî Yakiş got: “Ji ber ku Îran hinekî girtîtir e, em baş nizanin, lê li Îranê îi dibe, lê du eyalet bi navê Kurdistanê hene. Li Sûriyê geşedanên çawa çêbibin, ev jî girêdayî ka Beşar Esed çiqasî serdest be. Îhtîmala herî nerm dikare rêveberiyeke ne navendî ya herêmî were qebûlkirin. Yan jî dibe ku wek bakurê Iraqê herêmeke xweser be. Ya çaremîn jî îhtîmaleke dûr a dewleteke serbixwe ya Kurdî li Bakurê Sûriyê ye. Rewşa Tirkiyê bi temamî cuda ye. Ji ber ku Stenbol mezintirîn bajarê kurdan e li Tirkiyê. Welatiyên me yên Kurd li navçeyên derdora Stenbolê, Çerkezkoyê, li Bogaziçiyê, li herêma Egeyê mal û kargehên wan hene. Li her derê belav dibin. Ji ber vê yekê dema mirov rewşa Tirkiyê bi wan re bide ber hev, hin ferq hene. Texmîna min ev e ku her yek ji van dê cûda pêş bikeve. Lê eger em bên ser bersiva pirsa sereke, doza Kurd karteke ku dewletên mezin dixwazin di berîka xwe de bihêlin. Sedema duyem jî ew e ku ji bo Amerîka ji ber ewlekariya Îsraîlê, ji aliyê dewletên dijmin ve hate dorpêçkirin, dixwaze dewleteke Kurdî hebe.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin