Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyeyê: Vekêşana me ji Hemayê tektîkî bû

Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyeyê: Vekêşana me ji Hemayê tektîkî bû

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê amajeyê dide wê yekê ku, rewşa artêşa welatê wî di meydana şerî û rûbirûbûnan de baş e. Herwesa dibêje ku, vekêşana wan ji Hemayê tektîkî bû.

Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyeyê Mehmûd Ebas îro (Pêncşem, 05.12.2024) ragehand, “Vekêşana hêzên artêşa Sûriyeyê ji bajarê Hemayê tenê rêkareke tektîkî û demkî bû, ji bo xwerêkxistin û komkirina hêzan û hevgirtina wan bi awayekî bihêztir pêxemetî parastina welatiyan.”

Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyeyê tekez jî kir ku, artêşa welatê wan ji bo bergirîkirina ji ax û serwerî û seqamgiriya tevaya Sûriyeyê bi temamî amade ye. Herwesa got, “Artêşa Sûriyeyê li beranberî komên çekdar rûbirûyî şerekî giran bûye.”

Mehmûd Ebas amaje da wê yekê jî ku, bizavê dikin ku awayekî guncayî ji bo şerî bi kar tînin.  Bal kêşa ser wê yekê jî ku, helmeteke berfireh li dijî artêşê û biçûknîşandana wê heye, di demekê de ku rewşa artêşê li meydana şerî baş e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin