Wezîrê Derve yê Fransayê gihîşt Bexdayê
Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşte Bexdayê.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Jean-Yves Le Drian ragihand, ku ew dê bi rayedarên Iraqê re pirsa dadgehîkirina çekdarên DAIŞê yên Fransî gotûbêj bike.
Biryar e piştî Bexdayê û hevdîtinên bi rayedarên Iraqî re, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi berpirsên Kurd re hevdîtinan pêk bîne.
Le Drian berî destpêkirina serdana xwe, di daxuyanîyeke rojnamevanî de ragihandibû, ew dê serdana Iraqê bike û li gel rayedarên Bexda û Hewlêrê mijara çekdarên girtî yên DAIŞê li bakûrê rojhilatê Sûrîyê gotûbêj bike.
Jean-Yves Le Drian roja Sêşemê gotibû, niha 10,000 çekdarên DAIŞê girtî ne û bi armanca piştrastbûna ji ewlehî û parastina wan, di demeke nêzîk de, ew dê serdana Iraqê bike.
Serdana Wezîrê Derve yê Fransayê bo navçeya Rojhilata Navîn li ser daxwaza serokê wî welatî Emmanuel Macron e û di demekê de ye, ku Tirkîye ew 8 roj in ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirîye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin