Wezîrê Îsraîlê li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir: Dinya bêdeng e!
.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz, li ser êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên piştî êrîşa PKKê ya Enqereyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de wêneyê Erdogan û Guterres parve kir û got: “Erdogan Kurdan qetil dike û cîhan bêdeng e.”
Katz li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê li ser wêneyekî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres wiha nivîsand:
“Erdogan Kurdan qetil dike û cîhan bêdeng e. Dîktatorê li Enqereyê li bakurê Sûriyeyê Kurdên sivîl ên bêguneh bombebaran dike û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tiştekî nabêje. Banga agirbest û civîneke bilez a Konseya Ewlehiyê li ku ye? Mafên Kurdan û giliyê Erdogan ê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Laheyê li ku ye?
Dema ku Îsraîl li dijî rêxistinên terorîst ji bo xweparastinê dikeve nava liv û tevgerê, Guterres yekser êrîş dike lê dema ku hevalê wî yê antî Semîtîk tawana şer dike, ew bi hêsanî ji holê winda dibe. Durûtiya bi vê ecêbê.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin