Wezîrê Karên Derve yê Holendayê: Divê di paşeroja Sûriyeyê de rola Kurdan hebe
.
Wezîrê Karên Derve yê Holendayê Caspar Veldkamp da zanîn ku divê di paşeroja Sûriyeyê de rola Kurdan, Mesîhiyan û pêkhateyên din jî hebe.
Caspar Veldkamp rapora li ser parastina mafên Kurdan pêşkêşî parlamentoyê kir.
Malpera fermî ya Hikûmeta Holendayê ragihand ku nûnerê taybet ê Holendayê bi rayedarên payebilind ên Sûriyeyê re civiyaye û bal kişandiye ser girîngiya siyaseteke veguhêz a giştî û parastina kêmîneyên etnîkî.
Li gorî medyaya Holendayê, nûnerê taybet raporeke taybet a li ser serdana xwe pêşkêşî Wezîrê Karên Derve kiriye û wî jî pêşkêşî parlamentoyê kiriye.
Malpera fermî ya Hikûmeta Holendayê îşev (5ê Kanûna Paşîn a 2025an) ragihand Nûnerê Taybet ê Holendayê yê Karûbarên Sûriyeyê di navbera 2 û 4ê vê mehê de çûye Şamê.
Her wiha hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Holendayê bi rayedarên hikûmeta demkî re hevdîtin pêk anîne da ku li ser rewşa ewlehiyê agahdar bibe û peyama Wezîrê Karên Derve yê Holendayê ya derbarê girîngiya siyaseteke veguhêz a giştî û parastina kêmîneyan bigihîne wan.
“Gelekî girîng e ku Kurd, Mesîhî kêmneteweyên din jî beşdarî pêvajoyê bibin”
Wezîrê Karên Derve yê Holendayê li ser Sûriyeyê got:
"Ji bo Holendayê siyaseteke demborî ya giştî ku ji aliyê Sûriyeyiyan ve tê birêvebirin girîng e û ji bo aramiya Sûriyeyê jî girîng e.
Gelekî girîng e ku Kurd, Mesîhî kêmneteweyên din jî beşdarî vê pêvajoyê bibin û mafên mirovan jî bên parastin."
Caspar Veldkamp amaje pê kir, “Piştgirîkirina aramiya Sûriyeyê xwesteka Holendayê ye” û diyar kir ku ew dixwazin bi taybetî taybetî di warên têkoşîna li dijî terorê û vegerandina koçberan de alîkar bin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê nêzîkî 7,2 milyon kesan koçber bûne.
Her wiha, ji sedî 70ê şêniyên welêt hewceyî alîkariya mirovî ne.
Wezîrê Karên Derve yê Holendayê tekez kir ku welatê wî ji bo cezakirina kesên ku li Sûriyeyê destên wan di binpêkirina mafên mirovan de hebûye amade ye.
Li gorî daxuyaniya ku derbarê serdana şandeya Holendayê ya Sûriyeyê de hatiye belavkirin, hikûmeta Amsterdamê niha naxwaze balyozxaneya xwe li Sûriyeyê veke lê dê bi berpirsên Şamê re di guftûgoyan de bin.
Hikûmeta Holendayê her wiha dê li gel welatên din ên hevpeyman li ser paşeroja têkiliyên xwe yên bi hikûmeta Sûriyeyê re biryarê bide.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin