Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê: Ez dê hewl bidim bawernameyên Rêveberiya Xweser bên qebûlkirin

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê: Ez dê hewl bidim bawernameyên Rêveberiya Xweser bên qebûlkirin

.

A+A-

Dilbixwîn Dara

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Tirko ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û pisporê perwerde û zanista perwerdeyê ye.

Dr. Mihemed Tirko yekan e wezîrê Kurd ê Hikûmeta Sûriyeyê ye. Li gorî gotina akademîsyen Mihemed Tirko, ew bêyî piştgiriya aliyên siyasî yên Kurd ji ber pisporiya wî ya di perwerdeyê û ji bo cîbicîkirina sîstema nû ya perwerdeyê di kabîneyê de hatiye erkdarkirin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê li ser qebûlkirin û naskirina dîplomayên xwendekarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê got,”Ez dê giraniyê bidim vê yekê jî ku bawernameyên wan kesan bên qebûlkirin ku bawernameyên xwe di navbera salên 2011 heta 2024an birine. Ji aliyê navdewletî ve jî û da ku bikaribe têkeve Zanîngeha Şamê û hemû zanîngehên Sûriyeyê. Planek ji vê mijarê re gerek e. Tiştekî teknîkî jî di vê mijarê de heye ku materyalên wir çi ne? Pileyên wir çi qas in?  Da ku em belgeyekê bidin wan, ji bo wekî bawernameyên vir be. Wekî dibistana navîn a Sûriyeyê be. Spas li ser vê pirsê, gelek caran li ser WhatsAppê ji min re pirs hatin.”

Dr. Mihemed Tirko li nasnameya xwe û li zimanê xwe xwedî derdikeve û li ser wê jî wiha dibêje, “Wekî min destpêkê ji te re got vê Hikûmeta Sûriyeyê hikûmeteke teknokrat e, her kes li gor war û pisporiya xwe kar dike. Ez ne nûnerê partiyeke siyasî yan jî hêzeke siyasî me. Ez mirovekî Kurmanc im. Akademîsyen im û ez dê di warê xwe de kar bikim, warê perwerdeyê. Ez ne nûnerê hêzên siyasî me di hikûmetê de. Mijara hêzên siyasî mijareke navneteweyî ye û bi gelek tiştên din re girêdayî ye. Ez di vê hikûmetê de wezîrekî teknokrat ê Kumanc im.”

Hevpeyvîna Pêşkeşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara ya bi Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê re wiha ye:

Temaşevanên hêja dembaş. Hikûmeta nû ya Sûriyê hat avakirin. 22 wezaret tê de hene, aliyên siyasî yên Kurdî di nava hikûmetê de cih nagirin. Dibêjin ew biryarên hikûmetê bicih nayinin lê di dîroka Sûriyeyê de, cara yekem Kurdekî ji Efrînê di hikûmetê de dibe wezîr. Ew Dr. Mihemed Tirko ye. Xelkê gundê Hemamê yê Cindirêsa Efrînê ye. Cindirês navçeyeke Efrînê ye. Akademîsyen Dr. Mihemed Tirko Wezîrê Perwerdeyê û Xwendinê ye. Doktoraya xwe li Almaniya li bajarê Leipzig xilas kiriye. Berê Alîkarê Serokê Zanîngeha Şamê bû.  Niha Wezîrê Perwerde û Xwendinê yê Hikûmeta Sûriyeyê ye. Dr. Mihemed ji Şamê bi min re ye. Cenabê wezîr tu bi xêr hatî û pîroz be ev posta ku te girtiye.

Rûdaw: Dr. Mihemed Tirko kêfxweş bûm ku tu dibî mêvanê min.

Dr. Mihemed Tirko: Tu sax bî.

Rûdaw: Em dê bi Kurdî biaxivin.

Dr. Mihemed Tirko: Spas ji bo te, belê em dê bi Kurdî biaxivin.

Rûdaw: Bi Kurdiya xwe ya Efrînê biaxive doktor. Ev paşnavê Tirko ji ku derê hatiye doktor? Gelek kes texmîn dikin ku tu Tirkî ne Kurd î.

Dr. Mihemed Tirko: Navê min Mihemed Tirko ye. Ez ji gundê Hemamê me. Ez li Hemamê sala 1979an jidayik bûme. Hemam gundekî ser bi navçeya Cindirêsê ve ye, girêdayî Efrînê ne. Ez li wir jidayik bûme. Em Kurd im. Hemam du gund hebûn, Hemama alî Tirkan û Hemama vî alî hebû. Hinek ji wî alî hatin aliyê Sûriyeyê, ji aliyê Tirkan hatine, ji wî alî. Lê em malbatek in, em yek malbat in.

Rûdaw: Doktor tu bi xwe li taxa Zorava ya Şamê mezin bûyî?

Dr. Mihemed Tirko: Ez li taxa Zorava mezin bûme û min di dibistanên Şamê de xwendiye. Ez li vir mezin bûme taxa Zorava. Ez bi Efrînî baş diaxivim, ez dikarim bi du devokan biaxivim, ji ber ku gelek hevalên min ji navçeya Cizîrê hene. Xelkê hemû deran li taxa Zorava dijîn, xelkê Cizîrê, xelkê Kobaniyê û xelkê Efrînê jî li vir hene. Kesê ku li vir mezin bûbe dikare bi 3 devokên Kurdî biaxive.

Rûdaw: Xweş e lê hûn li malê bi Kurdî diaxivin. Bi dayika xwe re tu bi Kurdî diaxivî?

Dr. Mihemed Tirko: Belê em bi Kurmancî diaxivin di mal de, bi dayika xwe re û bi zarokên xwe re jî.

Rûdaw: Tu bi zarokên xwe re jî bi Kurdî deng dikî?

Dr. Mihemed Tirko: Belê ez bi zarok, malbat û hevalên xwe re bi Kurdî deng dikim.

Rûdaw: Doktor, te kengî zanîbû ku dibî wezîrê perwerdeyê. Kê ji te re got?

Dr. Mihemed Tirko: Tu dizanî min di zanîngeha Şamê de kar dikir. Ez berpirs bûm di zanîngehê de. Hevdîtin çêbûn, ez xwastim. Me du sê hevdîtin çêkirin, li ser kesên ku projeya wan a li ser xwendinê li Sûriyeyê heye. Nerîna wan hebe li ser zarokan û pirsgirêkên xwendin û perwerdeyê. Planek danîn û li planê temaşe kirin û kêfa wan ji planê re hat. Piştre pirs ji min kirin tu dê çawa vê plane cîbicî bikî? Mêkanîzma vê planê çi ye? Li ser vê planê ez hatim hilbijartin. Ez teknokrat im, ez akademîsyen im û ez pispor im di vî warî de, warê xwendin û perwerdeyê.

Rûdaw: Baş e. Gelek kar li pêşiya te heye. Ez dizanim ku zû ye ez vê pirsê ji te bikim, ji ber ku te nû posta wezareta perwerdeyê wergirtiye. Lê yekemîn biryara tu bidî wê çi be cenabê wezîr?

Dr. Mihemed Tirko: Tu dikarî pirsa xwe dubare bikî?

Rûdaw: Yekemîn biryara tu bidî di warê perwerdeyê de wê çi be?

Dr. Mihemed Tirko: Gelek pirsgirêkên sektora perwerdeyê li Sûriyeyê hene. Hin pirsgirêk bi dibistanan ve girêdayî ne. Pirsgirêk di avahiyan de hene. Hejmara mamosteyan gelek e. Asta mamosteyan çawa ye. Em dê hewl bidin hinekî asta mamosteyên dibistanan zêde bikin,da ku asta zarokan jî zêde bibe. Heger me asta mamoste bilind nekir, em nikarin tiştekî baş ji zarokan re bikin. Ez dixwazim lêkolînê li ser pirsgirêkan çê bikim. Ez wiha me. Ez lêkolînê dikim û piştre ez biryarê didim. Ji ber vê yekê, dema pêşîn li cem min dema lêkolînê ye. Rewş çawa ye. Piştre ez dê li ser wê bingehê biryaran derxim.

Rûdaw: Baş e, tiştekî din heye. Niha di navbera Hikûmeta Sûriye û Rêveberiya Xweser de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêk hene. Ew jî ezmûnên polên 9 û 12an yên hikûmî ne. Xwendekarên li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêmên Rêveberiya Xweser, wê çawa bikaribin ezmûnên xwe bikin?

Dr. Mihemed Tirko: Tiştê te gotî gelek pêwîst e. Ji duh ve çi qas telefon ji min re hatin. Bi min re axivîn li ser pirsa xwendekarên me yên 9ê û dibistana navîn, wê çawa ezmûnên xwe bikin. Hemû dê werin parêzgehên din ezmûnên xwe bikin. Ev jî tiştekî gelek zehmet e ji bo xelkê ku tu zarokên xwe bişînin dereke din, ji bo ezmûnên dibistanên navîn. Ez dê ji bo xelkê hewl bidim çareyekê ji vê pirsê re bibînim. Ev tişt di nav pêşîneyên min de ye. Ez wezîrê perwerde û xwendinê yê hemû zarokên Sûriyeyê me. Min di gotara xwe de giranî da tiştekî, min got mafê her zarokekî Sûriyeyê heye ku fêr bibe. Ev maf jî li ser milê dewletê ye ku peyda bike. Dikeve nava çarçoveya ezmûnên 9 û dibistanên navîn de. Înşala em dê çareyekê bibînin da ku em xelkê vehesînin ji pirsa sefer û çûna vî alî ji bo ku ezmûnan pêşkêş bikin. Ev mijar di serê min de ye. Înşala ez dê çareyekê ji vê pirsê re bibînim.

Rûdaw: Doktor ji ber ku tu wezîrê perwerde û xwendinê yî, mijareke gelek girîng heye, pirseke gelek girîng heye, di serê hemû zarok û xwediyên zarokan de ye. Ev 10 sal in zarokên Kurdan, bi sîstema xwendina Rêveberiya Xweser dixwînin, hûn dê wê sîstemê nas bikin û qebûl bikin?

Dr. Mihemed Tirko: Spas ji bo vê pirsê. Ev pirs gelek ji min hat kirin. Ez dê giraniyê bidim vê yekê jî ku bawernameyên wan kesan bên qebûlkirin ku bawernameyên xwe di navbera salên 2011 heta 2024an birine. Ji aliyê navdewletî ve jî û da ku bikaribe têkeve Zanîngeha Şamê û hemû zanîngehên Sûriyeyê. Planek ji vê mijarê re gerek e. Tiştekî teknîkî jî di vê mijarê de heye ku materyalên wir çi ne? Pileyên wir çi qas in?  Da ku em belgeyekê bidin wan, ji bo wekî bawernameyên vir be. Wekî dibistana navîn a Sûriyeyê be. Spas li ser vê pirsê, gelek caran li ser WhatsAppê ji min re pirs hatin.

Rûdaw: Di plana te de heye, ku pêwendiyê bi Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser re bikî yan na?

Dr. Mihemed Tirko: Bê guman plan heye. Gelek xal jî hene lê wekî dibêjin, ez dê berî her tiştî çi bikim? Çi girîng e? Çi lezgîn e? Ez dê berî her tiştî wê bikim. Li cem min, ezmûnên dibistana navîn, piştre bawernameyên wê derê tên. Em dê temaşe bikin çi pirsgirêk hebin, em dê hewl bidin çareyekê jê re bibînin.

Rûdaw: Cenabê wezîr, binêre niha ez rojnamevan im li vê derê, tu wezîrê perwerdeyê yî, em bi Kurdî diaxivin. Xweş e bi rastî, kêfa min tê ku ez bi wezîrekî Kurd re bi Kurdî biaxivim. Ev Sûriyeyê nebûye lê ev zimanê ku ez û tu em pê diaxivin, zimanê Kurdî, wê di perwerdeya giştî ya Sûriyeyê de cih bigire?

Dr. Mihemed Tirko: Kar ji vê yekê re divê, bêguman rêkeftinek jê re divê, mafê zimanê Kurdî mafekî girîng e. Mafê her gelekî heye ku bi zimanê xwe deng bike û bi zimanê xwe jî bixwîne, ev kar jê re divê. Mafên çandî di destûra Sûriyeyê ya nû de hene. Înşala em dê li ser pirsa mafên çandî kar bikin, ji bo mafê ziman û vê mijarê. Ev pirs jî wê beşek ji karê min be di dema bê de înşala.

Rûdaw: Ji ber ku tu Kurd î, gelek asayî û normal e Kurd vê daxwazê ji te bikin. Wezîrê perwerdeyê Kurd be, wê xelk bêjin, divê zarokên me li dibistanan bi xw bixwînin. Ji bo vê yekê wê ti astengî li pêşiya te tune bin Dr. Mihemed?

Dr. Mihemed Tirko: Wekî ku min ji te re got, ev mafê milet e û di destûra Sûriyeyê ya niha de, ev mijar tê de heye, wekî mafên çandî, di mafê çandî de ziman heye. Mafê ziman beşekî bingehîn ji mafên çandî ye.

Rûdaw: Tiştekî din, di dema desthilatên berê de, berpirsên perwerdeyê, yên xwendinê li Hisîçayê li Qamişlo li Kobaniyê heta li Efrînê jî bi piranî Ereb bûn, ji parêzgehên din bûn. Gelek ji wan ji parêzgehên din diçûn li wê derê diman. Dr Mihemed kadroyên perwerdeyê li herêmên Kurdî wê Kurd bin?

Dr. Mihemed Tirko: Ev jî pirsgirêkek e. Xelkê wir jî, Ereb hene û Kurd hene ne wisa. Wekî din jî xelk hene. Pirsa ziman û zimanê xwendinê kar û çareserî jê re dixwaze û lêkolînê dixwaze û mêkanîzmayek pêwîst e ji bo cîbicîkirinê.

Rûdaw: Dema ku hinekan bihîstin ku ez dê hevpeyvînê bi te re çêbikim, Kurdên me li vê derê, yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin. Tu dizanî ku hejmara Kurdên Rojavayê Kurdistanê li vê derê, bêhtir ji 250 hezar kesî ye. Zarokên wan li vê derê li Herêma Kurdistanê bi Kurdî dixwînin. Malbatên wan dipirsin, heger vegerin Rojavayê Kurdistanê, vegerin Sûriyeyê, wê çarenivîsa wan çi be? Ew kesên ku li vê derê dixwînin ku sibe vegeriyan cihên xwe, wê bawernameyên wan werin pejirandin an na, di vî warî de ti planek heye ku tu pêwendiyê bi Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê re bikî?

Dr. Mihemed Tirko: Niha tiştek heye, her kesê ku li dewleteke din dixwend û dê were li dewletke din temam bike, naskirina wê bawernameyê pêwîst e. Wekî nimûne, li cem me pola 7ê xwendiye, wekî te niha got, li Herêma Kurdistanê xwendiye û dê were cem me, li cem me dê polê 7ê temam bike, lê tiştin hene divê zêde bixwîne, wekî nimûne jê kêm e, em dê ji wî re zêde bikin, heta ku bigihîne vir. Ev pirs qebûlkirina bawernameyê dixwaze. Ew di kîjan astî de ye. 7ê wir wekî 7ê vir e? Pola 6ê wir wekî pola 6ê vir e? Çi metiryalên wî kêm in, divê temam bike. Ev mijar li ser asta navneteweyî jî heye û li vir jî heye.

Rûdaw:  Dr. Mihemed Tirko tiştekî din, wekî nimûne dema ku tu bûyî wezîr, ti aliyê siyasî yê Kurdî pêwendî bi te re kir?

Dr. Mihemed Tirko: Wekî min destpêkê ji te re got vê Hikûmeta Sûriyeyê hikûmeteke teknokrat e, her kes li gor war û pisporiya xwe kar dike. Ez ne nûnerê partiyeke siyasî yan jî hêzeke siyasî me. Ez mirovekî Kurmanc im. Akademîsyen im û ez dê di warê xwe de kar bikim, warê perwerdeyê. Ez ne nûnerê hêzên siyasî me di hikûmetê de. Mijara hêzên siyasî mijareke navneteweyî ye û bi gelek tiştên din re girêdayî ye. Ez di vê hikûmetê de wezîrekî teknokrat ê Kumanc im.

Rûdaw: Tu ti piştgiriyê ji ti aliyên siyasî yên Kurdî naxwazî, ji bo ku alîkariya te bikin, piştgiriya te bikin?

Dr. Mihemed Tirko: Tiştê ku me destpêkê pê deng kiriye, ezmûnên 9ê û dibistanên navîn û qebûlkirina bawernameyan, bê guman pêwendî dê hebe û em dê hevahengiyê bi hev re bikin, heta ku em çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.

Rûdaw: Wekî wezîr tu dê serdana Qamişlo, Kobanî, Efrînê yan herêma Cizîrê bikî?

Dr. Mihemed Tirko: Wekî min destpêkê ji te re got, ez wezîrê hemû zarokên Sûriyeyê me. Mafê her zarokekî heye ku fêr bibe. Ez dê hewl bidim bihêlim ku hemû zarok bigihînin mafê xwe yê xwendinê. Heta zarokên koçber jî. Min dixwest tu pirsekê ji min bikî derbarê zarokên koçberan, rewşa wan zarokan çawa ye, ez gelek girîngiyê didim vê mijarê.

Rûdaw: Ji xwe di nava pirsên min de hebû. Ji ber ku te aniye ser, ez dê ji te bipirsim, hejmareke mezin ji zarokên Kurd û ne Kurd li derve hene, koçber bûne, li kampan dimînin. Planeke te wê ji bo wan hebe yan na? Zarokên Efrînê ne, zarokên Serê Kaniyê ne û Girê Spî ne  ku ji ber ji cihên xwe koçber bûne û di konan de dimînin, rewşa wan gelek xirab e. ji xwendinê bêpar mane tu dê ji bo wan çi bikî?  

Dr. Mihemed Tirko: Rast e , ez jî gelek girîngiyê didim vê mijarê, gelek xelkê me li Sûriyê koçber bû û ji cihê xwe derket, zarokên wan nexwendin, niha jî mezin bûne, xwendin ji dest wan çû. Li gor hejmaran, du milyon û nîv zarok li derveyî sîstema xwendinê mane. Ev jî astengiyeke mezin e li pêşiya me, di vê dema bê de û em dê gelek girîngiyê bidinê. Ev mijar li cem me wekî Hikûmeta Sûriyeyê hejmar yek e lê em nikarin bi tenê vê pirsê çareser bikin. Divê rêxistinên navneteweyî jî alîkariya me bikin. Kamp li Idlibê hene, li Hisîçayê hene, li gelek cihan hene û zarok di wan kampan de ne. Divê mafê xwendinê bigiê van hemû zarokan. Min planek ji vê pirsê re daniye û em dê li ser kar bikin. Ev jî mafê zarokan e.

Rûdaw: Dr. Mihemed Tirko barê te gelekî giran e. Kurd wê gelek tiştan ji te bixwazin. Tu Kurd î, mafê wan e. Mafê Kurdan daxwaza wê yekê bikin. Wekî nimûne, di bernameyên xwendinê yên Sûriyeyê de, behsa gelek helbestvan û hunermend û nivîskar û rewşenbîrên Ereb û biyanî tê kirin. Em dê di bernameya nû ya xwendinê de, dîrokzan, helbestvanên Kurd bibînin, wekî nimûne Ehmedê Xanî, Meleyê Cizîrî, Şêrko Bêkes, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj  serkirdeyên Kurd em dê bibînin an na?

Dr. Mihemed Tirko: Ez dibêjim divê em bibînin, ji ber ku rêjîma hilweşiya mafên Kurdan xwaribûn. Di warê xwendinê de, di ware çandî de. Nerîna vê hikûmetê heta niha ku ez bi wan re me û ez kar dikim, gelê Sûriyeyê bi hemû pirrengiya xwe hêz e ji Sûriyeyê re û ev pirrengiya û di xwedinê de reng vede. Dibe hûn tiştekî nizanibin, li cem me, li Şamê xulên zimanê Kurdî hene. Ev jî gelek girîng e û em dê di dema bê de girîngiyê bidin vê mijarê.

Rûdaw: Di tîma te ya wezaretê de, Kurd wê hebin?

Dr. Mihemed Tirko: Kurd li hemû deran hene bê guman.

Rûdaw: Dr. Mihemed Tirko tu ji kengî ve neçûyî Efrînê?

Dr. Mihemed Tirko: Dilê min li Efrînê ye. Ez bû 14 sal neçûme gundê xwe. Ev teştekî hestiyarî ye. Tiştekî gelek zehmet e ku ez li Sûriyeyê bûm û ji 14 salan ve neçûme gundê xwe û nava zeviyên xwe. Tu dizanî Efrîn çendî xweş e. Kesê ava Efrînê vexwî, zeyta Efrînê bixwî û 14 sal. Înşala di dema bê de ez dê biçim Efrînê bêguman.

Rûdaw: Kurdiya te gelekî baş maye bi rastî, hinek gotinên Erebî ketine nav e, ew jî gelek normal e, ji ber ku tu hem li Şamê bûyî, li Zorava bûyî, devoka te hatiye guhertin, devoka te wekî ya Aşîtiyan e li Herêma Cizîrê. Dema min dengê te bihîst, tu wekî xelkên Qamişloyî diaxivî, min pirs kir Dr. Mihemed Tirko ji Efrînê ye, çima wekî Aşîtiyên Cizîrê diaxive?

Dr. Mihemed Tirko: Rast e. Min destpêkê ji te re got, xelkê li taxa Zorava dimîne, devoka zarokan bi hev hatiye guhertin, zarok zû fêr dibin, xelkê ku li vir dijî, bi sê devokan diaxivin, wekî min û hevalên min, em dikarin wekî xelkê Cizîrê biaxivin û bi Erebî biaxivin û bi Efrînî jî deng bikin. Em van devokan dizanin. Dema ez diaxivim gelek kes nizanin ez ji Efrînê me. Her wiha hin hevalên min ji Cizîrê hene bi Efrînî diaxivin, wekî xelkê Efrînê diaxivin û baştir jî. Sedema vê yekê jî pêkvejiyan e. Ez gelek ji zimanan hez dikim.

Rûdaw: Ez hêvî dikim di karê xwe de wekî wezîrê perwerde û xwendinê girîngiyeke mezin bidî zimanê Kurdî. Ev zimanê ku ez û te pê diaxivin. Ev wekî erkek û karekî ji te tê xwestin Dr. Mihemed.

Dr. Mihemed Tirko: Bêguman, li cem me ziman gelek girîng e. Ziman beşeke ji çanda xelkê. Ziman nasnameya milet e. Ziman gelek girîng e. Gelek ziman di Sûriyeyê de hene, divê em girîngiyê bidin hemû zimanan. Ev hêzekê dide Sûriyeyê, pirbûna zimanan hêz e ji Sûriyeyê re. Ev jî girîngiyek û kûrbûneke şaristanî heye.

Rûdaw: Dayika te li cem te ye?

Dr. Mihemed Tirko: Belê li vir e. Di mijara zimanan de jî, ez gelekî girîngiyê didim zimanê Almanî, ez li vir fêr dikim di Zanîngeha Şamê de. Min 6 salan zimanê Almanî fêr dikir lê dema dawiyê dema min tune bû. Ez gelek ji zimanê Almanî hez dikim. Ez 6 salan li Almanyayê mam, min doktora li wir xwend. Mijara zimanî gelek girîng e. Gotinek heye dibêje, ‘her zimanek bi mirovekî ye’ ango kesekî du zimanan bizanibe bi hêza du mirovan e.

Rûdaw: Dr. Mihemed heger dayika te li cem te be ez bi dayika te re biaxivim?

(Li vir êdî dayika wezîr du xulekan diaxive û hevpeyvîn bidawî dibe)

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin