
Wezîrê Pêşmerge: Divê hemû alî ders û pendan ji dîrokê werbigrin
.
A+A-
Li ser êrîşên PKKêyên ser Pêşmerge û Herêma Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Hem xizmeta wan, hem jî xizmeta îro û siberoja Kurdistanê nake."
Li gor Wezîrê Pêşmerge diyar kir: "Divê hemû alî ders û pendan ji dîrokê werbigrin. Divê PKK bizane ku ev êrîş hem xizmeta wan, hem jî xizmeta îro û siberoja Kurdistanê nake"
Divê em bînfireh bin û hewl bidin kêşeyan bi şêweyeke din çareser bikin.
Herwiha Wezîrê Pêşmerge destnîşan kir, Hêzên Hevpeyman ên Navneteweyî derheqê êrîşên PKKê de agahdar kirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin