Wezîrê Pêşmerge: Em du deverên serkirdetiyê bo hevgirtina hêzên Pêşmergeyan dadimezrînin

Wezîrê Pêşmerge: Em du deverên serkirdetiyê bo hevgirtina hêzên Pêşmergeyan dadimezrînin

.

A+A-

 Di civîneke Wezîrê Pêşmerge de ku tîmeke şêwirmendên Hevpeymanan jî tevlî wê bûbû, biryar li ser damezrandina du deverên serkirdetiyê di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hat dan.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro (Yekşem, 22.12.2024) serperiştiya civîneke bilind a Wezareta Pêşmerge kir.

Di wê civînê de, Wekîlê Wezareta Pêşmerge Ebdulxaliq Babîrî û Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr û Sikirtêrê Giştî yê Fermandeya Hêzên 70 û 80 yên Hêzên Pêşmergeyan Lîwa Rukin Bextyar Mihemed û Fermandarê Firqeya 2 û 4 a Peyade ya Wezareta Pêşmerge û Berpirsê Tîma Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Brandstator û tîma pê re jî amade bûn.

Her di wê civînê de biryar li ser pirojeyeke amadekirî ji bo damezrandina du deverên serkirdetiyê hat dan, ku ji 11 firqeyên serbazî pêk hatine û li jêr serkirdetî û kontirola Wezareta Pêşmerge dest bi karê xwe dikin.

Wezîrê Pêşmerge ragehand, “Em du deverên serkirdetiyê ji bo rêkxistin û hevgirtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li jêr serkirdetiya Wezreta Pêşmerge dadimezîrin, ku karûbarên xwe rêk dixin û ew dê destpêka qonaxeke nû be ji bo hêza Pêşmergeyên Kurdistanê.”

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, di pareke din a wê civînê de bi giringî ve behsa damezrandina jêrxaneyeke serbazî ya Wezareta Pêşmerge hat kirin, tevlîbûyîyên wê civînê li ser wê yekê hevnerîn bûn ku ev jêrxane di avakirina hêzeke niştîmanî ya hevgirtî ya Kurdistanê de dê piştevana Wezareta Pêşmerge be, ku xelk û axa Kurdistanê ji her metirsiyekê niha û li paşerojê diparêze.”

Di wê civînê de biryar li ser destpêkirina karî ya her du deverên serkirdetiyê hat dan, ku hemî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tê de tên rêkxistin, ku di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de li destpêka sala 2025ê binecih dibin.

Li dawiya wê civînê jî, bi koma dengên hemiyan razîbûn li ser avakirina bingehên yekîneyeke hevgirtî ya jimêryarî ya serbazî ji bo hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hat diyarkirin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin