Wezîrê Pilandananê yê Federalî û Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser serhejmêriyê dikin

Wezîrê Pilandananê yê Federalî û Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser serhejmêriyê dikin

.

A+A-

 Cîgirê Serokê Wezîran û Wezîrê Pilandananê yê Federalî bi Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li Bexdayê dicivin, herwesa her du alî danûstandinan li ser piroseya serhejmêriya şêniyan dikin.

Cîgirê Serokê Wezîran û Wezîrê Pilandananê yê Federalî Mihemed Temîm li nivîsîngeha xwe ya taybet pêşwaziya Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa kir.

Di çarçoveya civîna navbera wan de, çend mijarên teknîkî yên girêdayî piroseya serhejmêriya şêniyan û herwesa têbîniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê piroseyê hatin behskirin.

Her du aliyan tekez li ser wê yekê jî kir ku pêdivî ye ew têbîniyên ku li ser wê piroseyê hene bên çarekirin, xasma jî yên ku girêdayî aware û dûrxistiyan in.

Hejmara wezîfî ya fermanberên Herêma Kurdistanê û temamkirina piroseya bayometrî û pêdivîtiya bilez temamkirina wê berî dawiya îsal jî mijarên tewerekî din ê civîna navbera wan bûn.

Biryar e li roja 20ê vê mehê serhejmêriya giştî li Îraqê, Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî bê kirin.

Li dû pêşbîniyên Wezareta Pilandananê ya Îraqê, hejmara şêniyên Îraqê heta sala 2030ê digehe nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin