Wezîrên Derve yê rûs, tirk û îranî sibê li Moskovayê dicivin
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov îro di civîna xwe ya çapemenî de da xuyakirin ku Wezîrên Derve yê rûs, tirk û îranî sibê li Moskovayê dicivin.
A+A-
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov îro di civîna xwe ya çapemenî de da xuyakirin ku Wezîrên Derve yê rûs, tirk û îranî di 20 meha 12an de ango sibê li Moskovayê dicivin. Mihail Bogdanov: ”Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hemkarên xwe yên tirk û îranî re bi rêya telefonê axivî û wan jî piştgiriya vî fikrî kir."
Bogdanov her weha di axaftina xwe da diyar kir: "Mijara ku bila hevdîtin li Moskowê pêk were berê jî hatibû nirxandin. Bi formata 3 alî pêşî mijara Sûriye û rewşa derdorê divê mirov binirxîne. Bila aliyên Sûriyeyî li dora masê rûnên û ji bo ragihandina agirbesteke bi îstîqrar û çareseriyeke mayînde lihev bikin. Ji bo vê bingehek jî di destê me de heye. Ew bingeh Biryara Neteweyên Yekbûyî ya hejmara 2254ê ye".
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin