Wezîrên karên derve yên G7an li Kanadayê civiyan

Wezîrên karên derve yên G7an li Kanadayê civiyan

.

A+A-

Wezîrên karên derve yên G7an li Kanadayê 2 roj civiyan û beyanekî dan ku destekê didin serxwebûn û yekîtiya axa Ûkraynayê. Bang li Rûsyayê kirin ku agirbesê qebûl bike û behsa givaşên nûh kirin. Di civînê de agirbesa mayînde ya li Xezayê û parastina sîvîlan ya li Sûriyê xistin rojeva xwe.

Endamên G7an li Kanadayê li bajarê Quebecê li jîngeha La Malbaie, bi tevlîbûna wezîrê karên derve yên DYA, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Îngîltere û nûnerê bilind yê Yekîtiya Ewrûpayê, civiyan. Di encama civînê de mijarên li serê li hev kirin û ragihandin:

-Desteka bo parastina serxwebûna Ûkrayna, desthilata wê û yekîtiya axa wê,

-Bang li Rûsyayê kirin ku agirbesê ragihîne,

-Eger Rûsya agirbesê qebûl neke, wê givaşên nûh, bi bihakirina fiyetên petrolê, desteka îlawe bo Ûkraynayê û rêyên din yên ku ji aliyê fînansê de zorê bidin Rûsyayê bikin û di nava wan de heyiyên Rûsyayê yên ku dest danîne ser wan, wê dahatên wan jî bikarbînin.

-Di encamnamê de dewletên destekê didin Rûsyayê yên wekî Kore ya Bakûr, Îran û Çîn a ku sîlih û teknoliyê dide Rûsyayê hatin şermezarkirin.

-Agirbesa mayîndê ya li Xezayê, avakirina aştiyê û îstîqrara li Xezayê,

-Ji ber bûyerên li peravên Sûriyê yên wekî li bajarên Lazkiye û Tartûsê, parastina sîvîlan ya li Sûriyê û cezakirina êrîşker û kujeran,

-Divê Îran di bin ti şert û mercan de çekên nuklerî bidest nexe û îznê nedin Îranê,

-Çîn leşkerên xwe li hin deveran kom dike ser hev, cepilxana çekên nuklerî zêde dike û van kiryarên Çînê şermezar kirin,

-Zordariya leşkerî ya rêvebiriya Myanmarê ku li ser xelkê şiddet û zorê pêk tîne şermezar kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin