Xalid Şiwanî ji Kerkûkiyan re: Beşdar bin, heke na em dê li Kerkûkê winda bikin!
Xalid Şiwanî ji Kerkûkiyan re: Beşdar bin, heke na em dê li Kerkûkê winda bikin!
Xalid Şiwanî ragihand, rêjeya beşdarbûna Kurdan li Kerkûkê li gor rêjeya Turkmen û Ereban pir kêmtir e û got: “Mixabin hinek grûpên şoven di nav pêkhateya Turkmen û pêkhateya Ereb de, li vê hilbijartinê wek proseyeke hilbijartinê û demokratîk temaşe nakin, lê belê wek yekalîkirina nasnameya neteweyî ya Kerkûkê lê temaşe dikin”.
Xalid Şiwanî ku bi navê Komîteya Bilind a Ragihandina Hevpeymaniya Kurdistanê axivî, di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Kerkûk doza mîhwerî û doza Kurdan û hemî Kurdistanê ye. Kerkûk ne doza Kerkûkiyan tenê ye, lê îro şerê hilbijartinê û şerê piştrastkirina nasnameya neteweyî tenê û tenê di stûyê Kerkûkiyan de ye. Lewma em berê xwe didin bira û xwişkên xwe yên Kerkûkî. Rast e Kerkûk doza neteweyî ya her çar parçeyên Kurdistanê ye, lê derencamên hilbijartinê û şerê hevrikiya siyasî şerê Kerkûkiyan e”.
Herwisa Şiwanî ragihand: “Li Kerkûkê her çiqas peyama me peyama aştî û hevjiyanê ye, lê mixabin hinek grûpên şoven ji nav pêkhateya Turkmen û pêkhateya Ereb, li vê hilbijartinê wek proseyeke hilbijartin û demokratîk mêze nakin, lê belê wek yekalîkirina nasnameya neteweyî ya Kerkûkê lê temaşe dikin. Li hemî kuçe û kolanên taxên Ereban, coş û kelecanek danîne pêşber dengderên xwe û dibêjin îro giştpirsî ye li ser çarenivîsa Kerkûkê û li ser nasnameya Kerkûkê, dibêjin dem hatiye ku em piraniya Kurdan li Kerkûkê ji nav bibin, ku ev metirsiyeke mezin e û me çend carên din amaje pê dabû. Kerkûkî her çiqas çend sal in rûbirûyî proseya erebkirinê bûne, xasma di salên borî de li deverên başûrê Kerkûkê û nav Kerkûkê”.
Xalid Şiwanî herwisa anî ziman ku: “Îro merema wan ne birina kursiyan e qasî ku merema wan tunekirina Kurdan li Kerkûkê ye. Wek parlamenterekî wan ku navê me wek xerîb tîne ser zimên û dibêje em ê we ji kok û bingeh ji vî bajarî hil bikin. Lewma Kerkûkiyên emekdar, bi xîret, wêrek û ciwanmêr, ez rica dikim îro roja ciwanmêriyê ye û rojeke dîrokî ye. Rojek e ew çend demjimêrên ku mane û di dîrokê de têne nivîsîn, em serkeftî bin. Heta em sax bin em dikarin şanaziyê bi xwe û hebûna xwe bikin û nifşên li pey me şanaziyê bi me bikin. Lê heke em li malê rûnin û neçin û beşdarî hilbijartinê nebin û Xwedê neke em winda bikin, hingê em ê nasnameya neteweyî ya Kerkûkê ji dest bidin”.
Xalid Şiwanî, bi detayan qala cudahiya dengdanê di navbera Kurd û neteweyên din de li Kerkûkê dike û dibêje: “Dengdan li navçeyên me kêmtir e. Ez bi hejmaran jî dibêjim ji bo ku kes nebêje ev gotin ji bo tirsandinê ne. Li navenda Daquqê li Îmam Husên, ku navendeke Turkmenî ye 1321 kes çûne dengdanê, lê li navenda Biryar ku li navçeyeke Kurdî ye, 231 kes tenê çûne dengdanê. Li Irûbeyê, li dibistana Werka ji sibehê ve ketine dorê de û kolan tijî kirine. Heta dema ku em van gotinan dibêjin, 1200 kesan deng dane. Di demekê de ku li ba me, li dibistanekê ku navê wê Xensa ye 458 kes çûne dengdanê. Heke em di dema ku maye de deng nedin, em ê kursiyekî li bazneya yekê winda bikin”.
Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin