Xalîde Xelîl: Serok Barzanî tekezî li ser garantîkirina mafên Kurdan di Sûriyeya nû de dike

Xalîde Xelîl: Serok Barzanî tekezî li ser garantîkirina mafên Kurdan di Sûriyeya nû de dike

.

A+A-

Berdevka Baregeha Barzanî Dr. Xalîde Xelîl tekezî li ser giringiya rola Serok Barzanî wek lêvegereke Kurdî di çareserkirina hemû kêşeyên ku li her devereke cîhanê rastî kurdan tên, kir.

Dr. Xalîde Xelîl duhî 21ê Berçile ji K24ê re got: “Girîngiyeke gelek mezin a rol û peyama Serok Barzanî wek lêvegerekê ji bo Kurdan heye. Ji ber ku ew xwedî ezmûneke mezin e di siyasetê de, bi taybet li wan welatên ku sîstema federalî dipejirînin, ku welatiyên Sûriyeyê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî di nav de, daxwaza avakirina desthilateke piralî, federal û demokratîk dikin.”

Berdevka Baregeha Barzanî got: “Niha yekrêziya Kurdan pir giring e û serok Barzanî hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku pêwîst e Kurd daxwaza mafên xwe bikin û di destûrê de cih bigrin û mafên wan bên garantîkirin.”

Dr. Xalîde got jî: “Piştî pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê, divê em sûdê ji guhertinên heyî werbigirin, ji ber ku Kurd di serdema rejîma berê de nekarîn mafên xwe bi dest bixin. Desthilatdariya li wir takekesî bû û wek hemû hikûmetên dîktator, wekheviya mafan nas nedikir. Divê Kurdên Sûriyeyê vegerin ser destpêşxeriyên berê yên Serok Barzanî û ji pisporî û ezmûna wî wek lêveger ji bo Kurdan sûdê werbigirin.”

Li ser anîna hejmarek ji Kurdên Êzidî yên Efrînê bo Herêma Kurdistanê, Dr. Xalîde got: “Derbarê Kurdên Êzîdî yên ku ji Efrînê koçberî Libnanê bûne û piştî êrişên vê dawiyê yên li ser Libnanê, rewşa wan xirabtir bûye, wan hawar û bangewaziya xwe gihandin Baregeha Barzanî û Serok Barzanî yekser fermana rizgarkirina van welatiyên Kurd ên Êzîdî da.”

Herwiha got: “Em wek Êzîdî di rastiyê de, ji bilî Serok Barzanî ti kes ji me re nemaye, ji ber ku li her devereke cîhanê bersiva bangewaziya her kurdekî dide û piştgiriya wan û piştevaniya bidestxistina mafên wan dike.”

Destnîşan kir jî: “Me ew Kurdên Êzidî li ser 3 beşan ji Libnanê anîn Herêma Kurdistanê û rêya vegera Efrînê jî ji wan re vekirî ye eger daxwaza wan hebe biçin. Hejmara wan nêzîkî 250 kesan e û niha ew li kampekê niştecih in û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû pêdiviyên jiyana wan a rojane dabîn dike.”

Da zanîn jî: “Em ji bo tomarkirina navên wan, bi Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan li Sûriyeyê re peywendiyê dikin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi erkê serkeftina vê proseyê û anîna van welatiyan û parastina wan radibe.”

Berdevka Baregeha Barzanî got jî: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, çi li hundirê Sûriyeyê û çi jî li Herêma Kurdistanê, roleke berçav ji bo piştgiriya xelkê Efrînê kiriye.”

Herwiha got: “Hemû eger li Sûriyeyê vekirî ne û eger hêzên li wir razî bibin çekê xwe deynin, dibe ku ev yek bibe gaveke baş ji bo çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd.”

 

K24 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin