Xamîney ji ber xwepêşandanên li Îranê Emerîkayê sûcdar dike
Serkirdeyê Bilind ê Îranê Amerîka û hevalbendên wê bi gurkirina xwepêşandanên Îranê tawanbar kirin.
A+A-
Televizyona dewletê ji ser zimanê Ayetullah Elî Xamîneyî ragihand ku Amerîkayê ligel hin hêzên herêmî koalisyonek çêkiriye ku "nikare Îranê têk bibe."
Xamîneyî di nava wê "koalisyonê" de ti welat binav nekirin lê îdîa kir ku ew fişara aborî dide ser Îranê "welêt ji sîstemê cuda bike.”
Ew dibêje:
“Eger Amerîka karîba zorê bide ser sîstema Îslamî, wê pêwîstî bi duristkirina koalisyonekê ligel welatên xerab ên herêmê nebû ji bo gurkirina tevlihevî û neewlehiyê li Îranê.”
Hefteya borî, hin girteyên vîdyo li ser internet nîşan dan çawa polîs gaza rondikrêj davêje xwepêşanderên ku ji ber rewşa aborî ya têkçûyî derketibûn xwepêşandanan.
(voa)
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin