Xebatkarên Rûdawê qeza kir
Tîmeke Rûdawê li Amedê ku bi armanca rûmalkirina tevgera bazirganî ya navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê di rê de bûn, di navbera Batman û Sêrtê rastî qeza trafîkê hatin.
A+A-
Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Amedê Maşalah Dekak, kamêraman û ajovanê otomobîlê pêkhatibû, piştî bûyerê bo wergirtina çareseriyên destpêkê bo nexweşxaneya navçeya Hezo ya Batmanê hatin şandin û piştre bo çareseriyeke baştir bo Nexweşxaneya Giştî yê Batmanê hatin veguhastin.
Berpirsên Nexweşxaneya Giştî ya Batmanê ragihandin, rewşa tendirustiya peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Maşallah Dekak û kamêraman Şakir Uygarî baş e û ajovanê otomobîlê Cîhan Demirkiran jî di bin çareseriyê de ye.
Li gorî agahiyan, ji ber xirabiya rewşa hewayê û terbûna cadeyê, otomobîla tîma Tora Medyayî ya Rûdawê li cadeya Batman-Sêrtê û li nêzîkî navçeya Hezo ji rê derket û wergeriya, ku di encamê de her sê kesên têde birîndar bûn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin