Xeber hat: Heşdî Şebî dê ji Germiyanê vekişe!

Xeber hat: Heşdî Şebî dê ji Germiyanê vekişe!

.

A+A-

Alîkarê Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Bextyar Bêserî ragihand ku dê Heşdî Şebî ji Germiyanê vekişe.

Milîsên Heşdî Şebiyê bi çekên giran çûne parzûngeheke Petrolê ya li Germiyanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Heşdî Şebî ketiye Parzûngeha Qemerê ya li bajarokê Gulecoyê.

“Dê vekişin”

Alîkarê Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Bextyar Bêserî ji Rûdawê re got:

“Wezareta Pêşmergeyan xeber da ku ew bi Bexdayê re axivîne.

Heşdî Şebî dê heta 2-3 saetan ji wê derê vekişe çimkî bê xeber hatine.”

“Wan ji niha ve dest bi vekişînê kiriye”

Bextyar Bêserî li ser milîsên Heşdî Şebiyê yê ku ketine wê herê mê jî ev agahî dan:

“550 otomobîl û amûrên leşkerî bi wan re bûn. 150 ji wan otomobîlan wesayîtên leşkerî bûn.

Hewl didin hêzên xwe bi cih bikin lê dê vekişin û wan ji niha ve dest bi vekişînê kiriye.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, vekişîna milîsên wan dest pê kiriye û ji Germiyanê diçin.

Dema vedikişîn Pêşmerge nîşana "têkçûnê" nîşanî wan dide. 

 

RÛDAW 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin