Xelîfeyê DAIŞê hat kuştin

Xelîfeyê DAIŞê hat kuştin

.

A+A-

Rêxistina DAIŞê kuştina xelîfeyê xwe yê bi navê Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî ragihand.

Berdevkê DAIŞê Ebû Omer el-Muhacir îro Çarşemê 30ê Mijdara 2022a di tomareke dengî ya ku bi rêya Telegramê hat belavkirin de ragihand, xelîfeyê DAIŞê Ebû Hesen El-Haşimî El-Qûreşî di şer de hat kuştin. Ev daxuyanî îdiayên rayedarên Tirkiyê yên di meha Gulanê de yên ku dibêjin wan xelîfe girtine berevajî dike.

Berdevkê DAIŞê yê bi eslê xwe Iraqî eşkere nekir ku Ebû Hesen Haşimî el-Qureşî kengî û li ku hatiye kuştin lê diyar kir ku ew "di şerekî li dijî dijminên Xwedê de" hatiye kuştin.

Berdevkê DAIŞê diyar kir ku Ebû Husên El-Husênî El-Qureşî weke xelîfeyê nû hatiye hilbijartin.

Kuştina Ebû Hesen el-Haşimî el-Qureşî kêmtirî salekê tê piştî ku ew di meha Adarê de wek xelîfê DAIŞê hat tayînkirin, li şûna Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureşî yê ku di şerekî bi hêzên Amerîkî re li Sûriyê di meha Sibatê de hatibû kuştin.

Ebû Hesen Haşimî El Qureşî sêyemîn xelîfeyê DAIŞê bû ku di 10ê Adarê de bû xelîfe.

Li gorî rapora Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Gulana 2022an navê wî yê temam Beşar Xetab Xezal Sumeydeî bûye, bi nasnavê Hacî Zeyd û xelkê Iraqê bû.

Hikûmeta Tirkiyê ragihandibû ku wan di 26ê Gulanê de xelîfeyê DAIŞê piştî serdegirtina stargehan ew li Stenbolê desteser kirine. Hejmarek welatan û Neteweyên Yekbûyî jî ragihandin ku ti delîl li ser îdiayên Tirkiyê nînin, DAIŞê ji di daxuyaniyekê de red kiribû. Her çend Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 8ê Îlonê de ragihandibû ku Hacî Zeyd hatiye girtin.

Di 16ê Îlona 2022an de Ebû Omer El Muhacir îdiayên Tirkiyê red kiribû û bang li Misilmanan kiribû ku bi xelîfeyê wî re bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin