Xelk çima û çawa ji Rojavayê Kurdistanê koçber dibin?
.
Li gor ajansên navdewletî û zanyariyên taybet ji Rojavayê Kurdistanê di sala 2022yan, de koçkirin ji Rojavayê Kurdistanê ber bi welatên Ewropa ve, li gorî sala 2021ê, 6 qatan bêhtir bûye.
Li gorî amarên Ajansa Ewropî ji Pasevaniya Sînor û Peravan (Frontex), tenê di 10 mehên destpêkê yên sala 2022yan de, herî kêm 591 koçberên Sûrî, di nav de jî yên Rojavayê Kurdistanê, bi rêya Deryaya Spî ji Cezair û Mexrib derbasî Spanya bûne. Ev rêje 6 caran ji hejmara sala bûrî bêhtir e.
Berê koçberan hewl dida bi rêya Tirkiyê herin Ewropa, lê ji ber tundbûna rêyên Tirkiyê li ber koçberan û metirsiya grûpên milîsên nêzîkî Tirkiyê, niha koçber wê rêyê zêde bikar naynin.
Êdî, li şûna ku ji Tirkyê ber bi Ewropa ve koçber bikin, rêya Lubnan û Afrîka hildibijêrin.
Ew koçber ji Sûriyê diçine Lubmanê, ji wê derê jî diçine Misrê, ji Misirê berê xwe didin Lîbya, piştre ji Lîbyayê diçine Cezair û ji wê derê berê xwe didin Spanya.
Xelk çima koçber dibe?
- Nebûna aramî û ewlehiyê.
- Zêdebûna gef û êrîşên Tirkiyê li dijî wan navçeyan, xelkê sivîl bêhtir dibine qurbanî.
- Krîzên abûrî, herwiha kêmbûna xizmteguzarî, sûtemenî, nan, derman û pêdiviyên sereke yên jiyana rojane ya xelkê.
Koçberiya ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê bûye diyardeyeke berbiçav. Krîza Sûriyê û aloziyên 12 salên borî ji şer, pevçûn, hejarî, bêkarî û zehmetiyan, bandoreke mezin li ser xelkê kiriye, di nav de jî ciwanên koçber bûne.
Sedema wê koçberbûnê jî, hem ji ber nebûna derfetên kar û çavkaniyên dahatê ye, hem jî ji bo xwendinê, yan ji ber nebûna ji ber sedemên ewlehî û civakî, yan jî ji ber sîstema leşkeriya neçar, ku beşek ji ciwanan tê de beşdar nabin.
Çavkanî: RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin