
Xelkê Amedê daxwaza xutbeya bi Kurdî dike: 'Bila mele netirsin'
.
Maşallah Dekak
Alîkarê Serokê Giştî yê Diyanet-Senê Omer Evsen û xelkê Amedê dixwazin li mizgeftan careke din xutbeyên bi Kurdî bêne xwendin.
Dayîna xutbeyan bi her du zaravayên sereke yên Kurdî, Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) dê ji aliyê xelkê ve bi dilxweşî bê pêşwazîkirin.
Ji sala 2015an ve li mizgeftan li cihên navendî xutbeyên bi Kurdî nayên dayîn. Ne bi zaravayê Kurmancî û ne jî bi Kirmanckî.
Li Tirkiyeyê Îngilîzî û Fransî jî tê de bi 8 zimanan xutbe têne dayîn.
Lê li bajarên Kurdan xutbe tenê bi Tirkî têne danîn. Xelk li hemberî vê yekê ne razî ye.
"Li vî bajarî Kurd hene divê xutbe bi Kurdî bê dayîn"
Welatiyê bi navê Evdilreşîd xwest ku xutbe bi Kurdî jî bên dayîn û wiha got:
"Gerek (xutbe bi Kurdî) were xwendin ji ber ku li vî bajarî Kurd dijîn û li vî welatî jî hene.
Xwedayê teala jixwe heqekî wisa daye wan. Ev zilmeke mezin e.
Înşela em ji Xwedayê teala dixwazin bila rihmê bixe dilê wan jî, ew jî bên ser îmanê. Bila vî tiştî bidin Kurmancan jî."
Welatiyê bi navê Hecî Kemal xwesteke xwe wiha anî ziman:
"Gerek bi Kurdî jî bê dayîn. Madem Kurdî heye gerek bi her zimanî bê dayîn."
Refîq Papatya got, "Gerek hebe. Hebe çêtir e."
Mihemed Çetîn diyar kir, "Kurmancî zimanê me ye, bi zimanê me were dayînê baş dibe. Di vî de tiştekî tune ye."
"Bi Kurmancî were dayîn ez dê rindtir fêm bikim"
Mihemed Derwêş sedema ku dixwa bi Kurdî xutbe bê dayîn wiha anî zimên:
"Wileh bi Kurmancî were dayîn ez rindtir fêm dikim. Tu bêje çima? Tirkiya min hebekî kêm e."
"Bila mele netirsin"
Omer Evsen Alîkarê Serokê Giştî yê Diyanet-Senê ye û li navenda vî karî cih digre.
Evsen dixwaze bi piştgiriya Diyanetê careke din xutbeyên bi Kurdî bêne destpêkirin û wiha pê de çû:
"Li kû îcab dike li kû pêdivî hebe bila xutbe bi Kurmancî jî bê xwendin. Bila mele netirsin.
Wextê ku weaz û xutbe bi Kurmancî xwendin bila nebêjin gelo dê tiştekî were serê me, pirsgirêkek derkeve.
Bila ev yek çareser bibe û kî dixwaze bila xutbeya xwe bi xwe bixwîne. Jixwe înşela ev îş dê çareser bibe.
Wextê ev îş çareser bibe jî ziman rengê Xweda ne, Xwedayê teale ev reng daye me tevan.
Bi vî rengî bila her kes li ser zimanê xwe xutbe û weazan guhdarî bike."
Xutbeyên bi Kurdî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xutbeyên bi Kurdî cara yekemîn di dema pêvajoyeke nerm a siyasî de hatibû destpêkirin.
Di 2014an de li gelek mizgeftan bi awayekî fermî ev xutbe bi Kurdî jî hatibûn xwendin.
Lê bi dijwarbûna pêvajoya siyasî re, xutbeyên bi Kurdî rawestiyabûn.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin