Xelkê Efrînê hêvî dike ku yên koçber vegerin û bi hev re cejnan pîroz bikin

Xelkê Efrînê hêvî dike ku yên koçber vegerin û bi hev re cejnan pîroz bikin

.

A+A-

 Xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dixwaze mirovên wan ên koçber bûne vegerin û bi hev re cejnên xwe pîroz bikin.

Piştî rûxina desthilata Beşar Esed cejne yekemîn e li Efrîn û bajarên din ê Rojavayê Kurdistanê tê pîroz kirin.

Li Efrîn xelkê amadehiyên xwe yên cejnê kiriye.

Efrîniyan ji bo cejnê kulîçe çêkirin

Kulîçe yek ji wan xwarinan e ku herî zêde ji bo cejnan tê çêkirin.

Tevî ku van salên dawî malbat kêmtir çêdikin û piranî yên hazir dikirin lê kulîçe taybetmendiya xwe heye li ser sêniyên malan rojên cejnê.

Bazarên Efrînê li gorî salên berê baştir bûye

Bazarên Efrînê li gorî salên berê baştir bûye lê her tişt biha ye û hîn jî xemgînî li ser rûyê xelkê wê diyar dibe.

Ev du roj in diya Mihemed amadehiyên cejnê dike, ji ber ku vê carê, ew dê pêşwaziya 30 kesî bike.

Salên çûyî rê girtibûn û ti kes nedihat mala wê lê îsal hemû keç û neviyên wê, dê wê ziyaret bikin.

“Salên borî min ji qehra çênedikir”

Diya Mihemed got:

"Ev adetên me yên Kurdan in, ev tiqûs hene. Salên çûyî min çênekir, ji qehra min çênekir.

Îsal dilê min xwest ez çêkim û gelek kes vedigerin gundê xwe. Em dixwazin ev tiştê sal bi sal zêde bibe.

Şikir ji Xwedê re zarokên min hemû dê werin û bixwin."

Li gorî salên derbasbûyî, nîşaneyên cejnê îsal nayên dîtin û tevgera li nav bazaran gelekî kêm e lê tevî wilo jî malbat hewl didin ku pêdiviyên cejnê ji bo zarokan xwe peyda bikin.

Mihemed Hemûyê li bazarê kar dike, dibêje, wî bi zehmetî ji xwe re hin cil û berg kirîne.

“Her tişt biha ne”

Mihemed Hemû got, "Min vê meha rojiyê tev kar kir heta ku min ev cil ji xwe re kirî.

Meha min giheşt 60 dolarî, min ev cil bi 50 dolarî kirî. Kelûpel gelekî biha ne."

Li her malbatekê li Sûriyeyê koçberek heye û ev jî sedema sereke ye ku kêfa wan a cejnê temam nabe.

Xelkê Efrînê hêvî dike ku endamên malbatên wan ên li derveyî Efrînê vegerin û wekî salên borî bi hev re bijîn û cejnê derbas bikin.

Niha rê vebûn û her kes vê cejnê dikare mirovên xwe ziyaret bike. Xelk jî hêvî dike ku bi aştî û aramî bijîn, û hemû pirsgirêkên wan çareser bibin.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin