Xelkê Efrînê li hemberî êrişa topkirinên Tirkiyeyê meşiyan
Di van çend rojên dawî de artêşa Tirkiyeyê herêma Efrînê dabû ber top û hawanan.
A+A-
Kurd û xelkên din yên herêma Efrînê ji bo nîşandana nerazîbûna li hemberî topbaranên artêşa Tirkiyeyê xwepêşandanek li dar xistin û bi deh hezaran însan bêşdarî wê bûn û dane zanîn ku ew destûr nadin ku Tirkiyê axa Efrînê dagir bike.
Partiya Yekîneyên Demokratîk (PYD) û partiyên hevpeymanên wê xwepêşandan organîze kirin.
Ev demeke ku topabarana Artêşa Tirkiyê û beşek ji hêzên Dijbereya Sûriyê bo ser devera Şehba dest pê kiriye û heya niha çend welatiyên sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin