Xelkê Kurdistanê di Cejna Remezanê de serdana tirba şehîdên Şoreşa Jîna yê kirin
.
A+A-
Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatiyan bona peyman nû kirin digel şehîdan di cejna Remezanê de, serdana tirba şehîdên “Şoreşa Jîna”yê kirin.
Welatiyên li bajarên weke: “Mehabad, Bokan, Seqiz û Sinê” serdana tirba şehîdên rêya rizgariya gel kirin û digel rê û rêbaza wan nemiran peyman nû kirin û weke berê malbatên ser bilind yên şehîdan tenê nehêlan.
Xelkê emegnas bi kincên Kurdî, Hewrî, Axabanî û ala pîroz a Kurdistanê li ser tirba wan şehîdan amade bûn û bihev re dirûşmên weke: “Em xortên Pêşewan e bo Kurdistan canfîdan e, Şehîd namire, Şehîdên me qehreman in û şehîdên Kurdistanê ne” dan û ji aliyek din ve jî sirûdên şûreşgerî pelav kirin.
Nûçe: Kurdistan Media
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin