Xelkê Şêladizê bi ser baregeha TSKyê de girt

Xelkê Şêladizê bi ser baregeha TSKyê de girt

Bi armanca şermezarkirina kuştinên sivîl ên ji ber bomberarana balafirên şer ên Tirk, xelkê Şêladizê, bi ser baregeha artêşa Tirk de girt. Di encama bûyerê de 2 sivîl canê xwe ji dest dan. 11 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Welatiyên Şêladizê, bi armanca protestokirina bomberaranên artêşa Tirk ên Dêralûka bajaroka Amêdiyê ya girêdayî Dihokê, welatiyan bi ser baregeha Sirê ya leşkerî ya artêşa Tirk de girt û zîrepoş û konên leşkerî şewitandin.

Li gor dîmenên kanala NRTê, xelkê Şêladizê derketine ser zîrepoşan û ew şewitandine.

Piştî welatiyan bi ser baregeha Tirk de girt, Artêşa Tirk, deverên nêzîkî Dihokê, Dêrelok û herêma Zapê bordûman kir.

Herwiha, dema bûyerê jî balafirên şer ên Tirk, li cihê bûyerê nizm firiyan û bûn sebeba teqînên Sonîk bo tirsandina xwepêşanderan.

 

Li gor agahiyan, leşkerên Tirk gule berdane ser sivîlan û di encamê de xortekî 13 salî yê bi navê Hisên Rêkanî, jiyana xwe jidest da. Herwiha ji ber teqîna sonîk jî, pîremêrekî krîza dilî derbas kir û can da.

hisên-rêkanî.jpg

Li gor Gerînendeyê Nexweşxaneya Amêdiyê Dr. Necîb Seîd, 11 welatî jî birîndar bûn.

Di girtevîdyoyekê de tê xuyakirin, bavê şehîdekî ku di encama bombebarana artêşa Tirk de kurê xwe ji dest dabû dixwaze tola kurê xwe ji dewleta Tirk hilde, li cihê xwepêşandanê amade bû.

 

Herwiha di girtevîdyoyan de dixuyê ku leşkerên Tirk, ji cihê bûyerê direvin.

Li gor agahiyan piştî bûyerê leşkerên Tirk, bo baregehên din ên Tirk hatine veguhastin.

 

Li ser raperîna Şêladizê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi porvakasyona PKKê li dijî baregeha artêşa Tirk êrîşek pêk hatiye û hin zirar gihîştiye alav û keresteyên leşkerî. Piştî Wezareta Berevaniyê, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdoagan jî li ser bûyerê got: "îro dîsa xwestin, li Bakurê Iraqê şaştiyekê bikin, balafirên me rabûn, tev naçar man ku belav bibin."

Weke tê zanîn 23ê Çilehê balafirên artêşa Tirk devera Dêralukê bombebaran kiribû û 2 welatiyên bi navên Bextiyar Hesen (30) û Zîyad Hecî (45) jiyana xwe ji dest dabûn. 2 salên dawîn şehîdên ku bi bombebarana artêşa Tirk can didin li herêmê gihişte 20an û bû sedema hêrsa welatiyan ku bi ser baregeha Tirk de girt.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin