Xelkê Siwêdayê ‘sîstema nenavendî’ dixwaze
.
Niştecihên bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê, li bendê ne ku herêmên xwe bi xwe di bin banê Şamê de bi rê ve bibin.
Şeva serê salê, hêzên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) hewl da ku bikevin bajarê Siwêdayê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne.
Lê komên çekdar ên di bin fermana Şêx Hikmet El Hecrî de rê li ber wê hêzê girt û nehişt ew bikevin bajêr û ew hêz vegeriya.
Bajarê Siwêdayê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, ji sala 2015an ve ji derveyî desthilata Esed maye û komên çekdar ên xwecihî bi rêberiya Şêx Hîkmet El Hecrî xwe bi rê ve dibin.
Şêx Merwan El Rizq ku yek ji fermandarên Jora Operasyonên Siwêdayê ye, ragihand ku ti rêkeftineke pêşwext ji bo ketina wê hêza leşkerî çênebûye û got deriyê wan ji bo danûstandinê bi Şamê re vekirî ye.
"Divê bi cilên sivîl werin"
Şêx Merwan El-Rizq diyar kir:
"Karwana leşkerî şeva serê salê dema ku xelk hemû mijûlî ahengê bû bi çekên girtan hat.
Em hatina vî rengê red dikin. Divê rêkeftin hebe û bi cilên sivîlan werin.
Em dixwazin îdareya xwe bi xwe bikin û girêdayî Şamê bin. Destê me ji bo her hevkariyê dirêj e."
"Em sîstemeke nenavendî dixwazin"
Bajarê Siwêdayê yek ji wan bajarên Sûriyeyê ye ku rêjeya koçberan tê de gelekî kêm e û şerê giran ji aliyê rejîma Esed ve lê nehatiye kirin.
Xelkê wê çand û yekîtiya xwe dûrî mezhebgeriyê parastine.
Xelkê wê derê sîstemeke navendî ya birêvebirinê li Sûriyeyê dixwaze ku mafên wan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike lê ew perçekirina welat red dikin.
Çalakvan Mecîd El Cebahî got:
"Li ser medyaya civakî gelek gotegot derketin ku em cudaxwaz in.
Eger em cudaxwaz bûna, me dê di serdema Sultan Paşa Etreş de dewletek ava kiriba."
“Siwêda nikare bê Qamişloyê kar bike”
Çalakvan Texrîd El Hecrî jî wiha got:
"Em bi hêvî ne ku dewleteke yasayî û demokratîk bê avakirin.
Ez ji hemû Sûriyeyiyan dixwazim destên xwe bixin destê hev. Ji ber ku Siwêda nikare bê Qamişloyê kar bike, Qamişlo nikare bê Tedmur û parêzgehên din kar bike.
Em Sûriyeyî ne û bi vî welatî ve girêdayî ne."
Şandeyeke ji Siwêdayê bi serokê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.
Şêxê Durziyan Hîkmet El Hecrî piştî civînê daxwaza navendînekirinê li Sûriyeyê kir û got niha zû ye ku ew çekên xwe deynin, divê pêşî mafên wan di destûrê de werin diyarkirin.
Nerîna welatiyên Siwêdayê li ser paşeroja Sûriyeyê
Her wiha Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed li nav bajarê Siwêdayê nerîna welatiyên wê parêzgehê derbarê paşeroja Sûriyeyê wergirt.
Jineke Durzî dibêje, sîstema herî baş federalî ye, welatiyekî din jî dibêje, pêwîst e kongreyeke niştîmanî bê lidarxistin û biryar bê dayîn.
“Siwêda beşeke Sûriyeyê ye”
Nişteciha Siwêdayê Mazin Elhisnî got:
“Siwêda beşeke Sûriyeyê ye, em cudakirinê naxwazin. Em Sûriyeyî ne, ev gotina me ya destpêkê û ya dawî ye, em dê her bibêjim em Sûriyeyî ne.”
Kesekî bi navê Besam El Hesen jî got:
“Mafê xelkê Sûriyeyê ye ku sîstema birêvebirina xwe diyar bike lê ev yek di kongreyeke giştî de tê diyarkirin.
Em wekî gelê Sûriyeyê welateke yekgirtî dixwazin”
“Em sîstemeke dadmend dixwazin”
Niştecihê Siwêdayê Wîsam Hemze jî got:
“Em hikûmetekê dixwazin, yanî sîstemeke navendî ya îdarî, daku mafê me bê parastin.
Maf û taybetmendiyên me hene, ev maf û taybetmendî ne tenê ji bo parêzgeha Siwêdayê ye, li piraniya parêzgehan ev taybetmendî hene.
Em sîstemeke welatîbûn, dadmendî û mafê mirovan dixwazin.”
“Sîstema nenavendî sîstema herî baş e”
Raqiye Şairê jî got:
“Piraniya xelkê Siwêdayê, sîstema nenavendî ji bo xwe guncav dibîne.
Ev sîstem tên wateya parastina pêkhateyên Sûriyeyê û parastina mef û taybetmendiyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê.
Sîstema nenavendî li ser bingeha hevbeşiyê tê avakirin ne li ser bingeha pişaftinê.”
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin