Xeta gaza Herêma Kurdistanê nêzikî sînorê Bakurê Kurdistanê dibe
.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta berfirehkirina tora xeta gaza xwezayî ber bi sînorê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ve, li gel kompaniya KAR Group rêkeftinek îmze kir. Pispor diyar dikin, ev yek dê pêdiviya gazê di gelek waran de dabîn bike, berhemanîna elektrîkê zêde bike û di siberojê de rê li ber hinardekirina gazê veke, lewma vê pêngavê gelek girîng dibînin.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, Adara 2021an li gel kompaniya KAR Group rêkeftinek îmze kir ku warên endazyarî, dabînkirin û avakirinê li xwe digire û armanca wê rêkeftinê ew e, xeta boriya gaza xwezayî heta sînorê Bakurê Kurdistanê bê rakêşan.
Dabînkirina pêdiviya navxwe
Li gor berpirsên Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Kurdistanê ku ji `Iraq Oil Report`ê re axivîne, di çarçova projeyê de ji zeviya petrolê ya Xor Mor a li Çemçemala Silêmaniyê heta Hewlêrê xeteke din a boriya gazê dê bê danîn ku 36 înc e û ji Hewlêr bo Duhokê jî xeteke din a boriya gazê dê bên danîn ku ew jî 52 înc dibe.
Xebatên çêkirina projeyê destpê kirine û tê çaverêkirin di heyama 16 mehan de temam bibe. Armanca yekem a vê projeyê, jinavbirina valahiya di tora xetên gazê de li navxwe û bi vî awayî dabînkirna enerjiyê ji bo santralên elektrîkê yên li bajarên din e.
Santrala Elektrîkê ya Duhokê ku ji aliyê kompaniya Mass Global ve hatiye avakirin, xwedî kapasîteya berhemanîna 1000 kilowatt elektrîk e. Lê li gor berpirsên Wezareta Elektrîkê ya Kurdistanê, ji ber pirsgirêka sotemeniyê, ji wê santralê mehane tenê 50-80 megawatt elektrîk tê berhemanîn.
Lê ev projeya ku niha karûbarên amadekirina wê destpê kirine, xwedî kapasîteyekê dibe ku dikare sotemeniyê ji bo Santrala Elektrîkê ya Duhokê dabîn bike.
Ev santral, tenê 35 kîlometre ji sînorê Bakurê Kurdistanê dûr e, lewma bi temambûna projeyê, tora xetên gazê ya Herêma Kurdistanê dê heta 35 kîlometre nêzikî sînorê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibe.
Rêya hinerdekirina gazê vedike
Li gor pisporan, di gelek waran de gaza pêwîst dê bê dabînkirin, berhemanîna elektrîka xwecihî dê bê zêdekirin û di siberojê de dê rê li ber hinardekirina gazê vebike.
Şarezayê enerjiyê Muhammed Husên ji Rûdawê re li ser girîngiya vê prjeyê axivî û got, “Bi avabûna vê torê, em dikarin bêjin; dê bingeha pîşesaziya gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bê danîn ji bo ku gaz bo derveyî welat bê hinardekirin.”
Berpirsekî din ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji projeyê agahdar e, tekez dike, xala sereke ya projeyê “girêdana xeta Hewlêrê bi Duhokê ve” ye,
Ew berpirs dibêje, “Rojeveke demdirêj li pişt avakirina wê xeta gaza xwezayî heye. Ev ne tenê bi dabînkirina bo Duhokê peywendîdar e. Armanca sereke, di siberojê de eger berhemanîn bigihije asteke ku arasteyê biguhere, amadekirina bingeha hinardekirina gaza xwezayî ye.”
Rêkeftina li gel Tirkiyê
Iraq Oil Report, bibîr dixe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê demeke dibêj e, plansaziya hinardekirina gaza xwezayî bo Tirkiyê dike.
Weke beşek ji rêkeftina stratejîk a enerjiyê ya di navbera Hewlêr û Enqerê de ku Gulana 2012an destpê kir û Mijdara 2013an temam bû, Herêma Kurdistanê rêkeftinek îmze kiribû ku salane 20 milyar metresêca gaza xwezayî hinarde bike û di vê çarçovê de destbi danîna xeteke boriya gazê ber bi sînorê Bakurê Kurdistanê ve kiribû.
Lê hem şerê li dijî DAIŞê û hem jî qûtkirina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federalî ya Iraqê ve, bûn sedem ku xebatên li zeviyên gazê yên Herêma Kurdistanê lawaz bimînin. Lewma hinardekirina gaza xwezayî li aliyekî, Herêma Kurdistanê nekarî têrî pêdawîstiya navxwe jî gazê berhem bîne.
Herwiha ji ber zehmetiyên bazirganîkirinê û nakokiyên li ser girêbestê bûn sedem ku planên kompaniya Genel Energy ya Brîtanî ji bo pêşxistina zeviyên gazê yên Mîran û Bîna Bawî lawaz bimînin û nakokiyên yasayî yên derbarê Xor Mor û Çemçemalê de jî pêşxistina wan herdu zeviyên gazê çend salan paş xistibû.
Pêwîstiya bi seqamgiriya siyasî û aborî
Şarezayê enerjiyê Muhammed Husên, wek mezintirîn kêmasiya Herêma Kurdistanê ya di sektora enerjiyê de “nebûna xebatekê li zeviyên gazê yên heta niha hatine dîtin” û “berfirehnekirina zeviyên gazê yên ku lê xebat hatine destpêkirin” binav dike û dibêje, “Ji bo vê jî pêdivî bi veberhênaneke mezin heye. Herwiha pêdivî bi seqamgiriyeke siyasî û aborî heye ku ev yek bala kompaniyên mezin ên enerjiyê bikişîne. Gaza li Herêma Kurdistanê ji rêjeya pêdiviya navxwe gelek gelek zêdetir e. Lewma divê li bazarekê bigire ku bo hinarde bike.”
Li zeviyên gazê yên Xor Mor û Çemçemalê ku ji aliyê Pearl Petroleum a bi pêşengiya Crescent Petroleum û Dana Gas ve tên birêvebirin, armanc ew e gaza ku di 2 qonaxan de bê berhemanîn di demeke nêzîk de bigihije 1 milyar metresêca.
Li Xor Mor rojane 440 milyon metresêca gaz tê berhemanîn û bi vî awayî mezintirîn zeviya petrolê ye li Herêma Kurdistanê.
Fînansmana Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê (DFC), sala derbasbûyî li gel Pearl konsorsiyum rêkeftineke 250 milyon dolarî îmze kiribû.
Li gor wê rêkeftinê, tê pêşbînîkirin Dana Gass û hevbeşên wê, li Xor Morê berhemanîna gazê heta sala 2023 bigihînin 630 milyon metresêca û bi vî awayî pêdiviya navxwe ya Herêma Kurdistanê ya ji bo gaza xwezayî dê bê dabînkirin.
Hêviyek ji bo gelek projeyên din
Projeya xeta gazê ya Xor Mor-Hewlêr-Duhok, dê ji bo pêşxistina zeviya Kurdamîr jî bibe fersendek ku ji aliyê kompaniya Western Zagros a Kanadî ve tê birêvebirin.
KAR Group ku ev proje li xwe girtiye, berî niha ji bo avakirina xeta petrola xam a Kurdistan-Tirkiyê, li gel kompaniya Rosneft a Rûsî û Kompaniya Xeta Boriyê ya Kurdistanê rêkeftin pêk anîbûn.
Kompaniya Rosneft Îlona 2017an ragihandibû, ew dixwaze di avakirina binesaziya zeviyên gazê yên Herêma Kurdistanê û pêşxistina wan de roleke pêşeng bilîze.
Kompaniya enerjiyê ya Rûsî, diyar kiribû, gaza ku li Kurdistanê bê berhemanîn dê têrî santralên elektrîkê û kargehên (fabrîqe) xwecihî bike û dikare rêjeyeke zêde jî bo Tirkiye û bazara Ewropayê bê hinardekirin.
- (Berhevkar: Necmî Salih)
- Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin