Xortekî Kurd beşdarî Forûma Ciwanên Cîhanê dibe

Xortekî Kurd beşdarî Forûma Ciwanên Cîhanê dibe

.

A+A-

 Xortekî Kurd li welatê Misrê beşdarî Forûma Ciwanên Cîhanê dibe, ku di forûmê de 190 welat beşdar in.

Peywend Subhî ku xortekî ji bajarê Kerkûkê ye, weke nûnerê ciwanên Başûrê Kurdistanê û Iraqê li welatê Misrê beşdarî Forûma Ciwanên Cîhanê dibe.

Forûma Ciwanên Cîhanê bi alîkariya Serokomarê Misrê ve birêve diçe û cara ewil di sala 2017an de hat encamdan, par ji ber vîrusa Koronayê nehat encamdan, îsal jî bi amadebûna nûnerên 190 welatên cîhanê birêve diçe û dê şeş roj bidome.

Peywend Subhî weke endamê Encûmena Ciwanên Iraqê û Nûnerê Ciwanên Kurdistanê, di forûmê de cih digre.

/K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin