XURMATÛ/ Ji Emerîka û Pêşmergeyê operasyoneke hevbeş
Berpirsê navçeya Xurmatû yê PDKê ragehand, îro ji yek gundên sînorê Xurmatû ji aliyê hêzên Pêşmerge û bi hevbeşiya hêzeke Amerîkî ve operasyonek pêkhat û ew gund ji çekdarên DAIŞê hate rizgar kirin.
A+A-
Berpirsê navçeya Xurmatû yê PDKê Erselan Elî ragehand: ‘’Demjimêr 12:00yê şeva borî 01.05.2018ê hêzeke Amerîkî bi hevbeşiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve gihîştin sînorê gundê Qurîçay ê li başûrê rojhilatê Xurmatû. Herwaha demjimêr 05:00ê sibeya îro 02.05.2018ê operasyonek bon nav gund pêkhat û şer û pevçûn di navbera DAIŞê û hêza Pêşmerge û hêza hevbeş a Amerîka de pêkhat.’’
Herwaha got: ‘’Hêza hevbeş a Amerîkî û Pêşmerge karî gundê Qurîçay di encama şer û pevçûnê de kontrol bike. Lê heta naha hejmara zerer û ziyanê û kuştiyên DAIŞê bi temamî diyar nebûye.’’
(BasNews)
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin