Xwebexşek ji Holendayê bi otomobîla xwe çûye hawara Hatayê

Xwebexşek ji Holendayê bi otomobîla xwe çûye hawara Hatayê

.

A+A-

Nurettin Baykal ê 64 salî, di roja ewil a erdheja navend Mereş de, bi vî otomobîla xwe, bi tena serê xwe ji Amsterdam a paytexta Holendayê birê dikeve û berê xwe dide Hataya ku erdhej zirar û ziyaneke mezin gihandiyê.

Çîroka Nurettin Baykal ê 64 salî gelekî balkêş e. Li gel ku ew ji bajarê Hatayê nîne û tu xizmek wî di erdhejê de nemaye jî ew biryar dide ku bi tena serê xwe ji Amsterdamê bi otomobîla xwe birê nikeve û berê xwe dide Hatayê. Nurettin, 3.850 km rê otomobîl dajo û piştî 3 roj û 4 şevan xwe digihîne Hatayê û çi ji destê wî tê alîkarî û piştgirî dide xelkê mexdûr.  

Nurettin ji Amsterdamê heta Hatayê, 3.850 km otomobîl dajo û piştî 3 roj û 4 şevan xwe digihîne Dortyol a navçeya Hatayê û çi ji destê wî tê alîkarî û piştgirî dide xebatên alîkarî yên saziyên civaka sivîl. 

Xwebexş Nurettin Baykal dibêje: “Dema ez li Amsterdamê bûm erdhej çêbû. Çend hevalên min li Îskenderûn û Dortyolê hebûn. Ji loma jî min yekser biryar da ku ez werim Hatayê. Min navenda Antakyayê dît ku afetek pir mezin lê çêbûye. Hema min li navenda koordînasyonê ya Partiya TÎPê geriya û min got ez dixwazim bi xwebexşî alîkarî bidim. Li vir em 5-6 saet, carinan jî 2 saet radizên. Bi şev em nobet digrin, nav rojê jî em alîkarî belav dikin. Çi ji destê me tê em dikin."

Nurettin Baykal ê ku bi eslê xwe ji Kopa navçeya Mûşê ye û ji Tirkên Asyayê ye, nêzî 35 sal in li Hollandayê dijî. 

Baykal herwiha got: “Ez di rojên zor û zehmet de li malê nikarim bisekinim. Di proseya Kobaniyê de jî ez 4 meh li Kobaniyê mam. Li herêmên ku em alîkarî dibin, xelk gelek hewcedar in û rewşa wan pir xirab e. 15 roj derbas bû hêj dever hene ku dewlet xwe negihandiye. Heta karûbarên vir berdewam bikin, 2-3 meh êdî çi be ez ê li vir bimînim û piştgirî bidim.”

Nurettin ê xwebexş wekî ciwanên xwebexş ên li herêmên erdhêjê, ji serê sibehê heta derengê şevê, bi otomobîla xwe av û alîkariyên din dibe digihîne mexdûrên erdhejê û dibe mînakek baş ji bo piştevaniya xelkê sivîl.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin