Xwecihiya Efrînê ya ENKSê: Ehmed Şera soz da ku dawî li binpêkirinan bînin

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê: Ehmed Şera soz da ku dawî li binpêkirinan bînin

.

A+A-

Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê da zanîn, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera soz dane wan ku dawî li binpêkirinên ku li Efrînê tên kirin, bînin 

Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê Ehmed Hesen derbarê serdana Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera bo Efrînê ji K24ê re diyar kir, ew wek ENKSê beşdarî civîna bi Ehmed Şera re bûn û wan nameyek bi navê ENKSê xwed û tê de behsa binpêkirinên ku li Efrînê tên kirin kir.”

Ehmed Hesen got: “Me di civînê de behsa ser birîna daran li herêma Efrînê kir ku di vê qonaxa veguhêz de ku Sûriye tê re derbas dibe, bi awayekî berçav zêde bûye û grûpên çekdar bazirganiya daran zêde kirine.”

Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê da zanîn, wan behsa zîndanên li Efrînê kir, heta niha gelek kes tê de hene û ew zîndan nehatine valakirin. Herwiha Efrîniyên ku vedigerin jî li gundên Ezaz, Mari, Raî û Hiwar Kilis ji aliyê çekdaran ve tên girtin.

Ehmed Hesen amaje bi wê jî kir, wan di gotina xwe behsa bacên ku ji aliyê çekdaran ve li ser xelkê Efrînê tên sepandin jî kir, ku hîn jî sepandina bacan li deverên grûpên çekdaran berdewam e.

Da zanîn jî, Erebên ku ji xaniyên Efrîniyan derdikevin û vedigerin cih û warên xwe, grûpên çekdaran wan xaniyan radestî xwediyên wan ên resen nakin.

Ehmed Hesen da zanîn, Ehmed Şera di civînê de ji wan re gotiye ku ew haye rewşa Efrînê heye û soz daye wan û xelkê Efrînê ku hemû ev binpêkirin werin bidawîkirin, lê pêwîstiya wan bi demê heye.

Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê aşkere kir jî, Ehmed got ku wî di civîna bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re gotiye, eger wan û HSD li hev kirin, yan lihev kirin jî, divê koçberên Efrînê yên herêmên HSDê vegerin ser cih û warên xwe.

Herwiha da zanîn jî, di dema dawî de bi hezaran malbatên Kurd ên Efrînê vegeriyan ser mal û milkên xwe û li hemberê jî hezaran Erebên hawirde ji Efrînê derdikevin û vedigirin herêmên xwe.

 

K24 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin