Xwediyê Arşîva 20 hezar kovarên kurdî: Rifat Sefali
.
Hevpeyvîna Zekî Özmenî digel Rifat Sefali
Rifat Sefali ji aliyê raya giştî ve zêde nayê naskirin. Lê karê ew dike beramberî karê saziyên mezin ên dewletan e. Ji ciwaniya xwe heta niha bi deh hezaran arşîvên ser kurdan û derbarên kurdan de kom kirine. Wan arşîvan bi awayekî dîjîtalkirî li ser malpera Arşîva Kurd dike xizmeta raya giştî. Li ser malperê heta niha derdora 20 hezar kovar bi cih kirine. Ne tenê kovar, her wiha belge û pirtûkan jî li wir diweşîne. Ew niha digel arşîva nivîskî, bi arşîva tomarî ya deng ve jî mijûl e. Berhemên dengên tomarî yên ku gerokan di nava kurdan de berhev kirine niha li ber destê wî ne û wê jî piştî dîjîtalkirina ji kasêtan di malpera arşîvê de bi cih bike. Em bi Rifat Sefalî re li bajarê Weil am Rhein ku dikeve sêkuçkeya Almanya, Swîs re û Fransayê, derbarê xebata wî ya arşîvkirinê de axivîn. Me xwest hem bizanin ka vê taqetê ji ku derê tîne û hem jî ev hêz çawa pê re peyda bûye.
Arşîv karê saziyan e. Çi hûn motîve kirin ku hûn wekî takekes bi vî karî re rabin?
Di ciwaniya xwe de jî dema min karê siyasî jî dikir, min her tim digot arşiv pêwîst e. Ji ciwaniyê û vir ve min tiştin dicivandin. Wekî bingeh jî eger arşîv nebe tu nikarî tiştekî bikî. Xebera te ji te tune be, ji dîrokê tune be, tu nikarî di pêşerojê de tiştekî bikî. Vê pir tesîr li min dikir. Vê dawiyê hinekî teknîk pêş ket. Ne wekî arşîva berê, mirov dikarî êdî ya nûjen çêbike.
Wekî arşîv niha çiqas berhem di destên we de hene?
Mirov nikare konkret tiştekî bibêje. Lê nêzîka 20 hezar kovar in. Pirtûk têra xwe hene. Pirtûkên derbarê kurdan de hatine nivîsandin û an kurdan nivîsandine. Min zêdeyî 1500 pirtûk dîjîtal kirine lê ji ber mafên telîfê nikarim wan biweşînim. Derdora 800 pirtûkî di malperê de hene û ew yên destûra min bi fermî hene. Arşîvkirina pirtûkan bi awayê dîjîtal hinekî problem e. Xwediyê pirtûkê qebûl neke, mirov nikare dîjîtal bike, ji ber ku belav dibe. Kurdên me jî… yanî em nikarin hev îqna bikin di vî warî de. Tu kes nabêje arşîv nekin an dîjîtal nekin, lê îmze nadin. Dema îmze nedin pirsgirêk e. Belkî xwediyê berhemê ji soza xwe venegere lê ji bo dema pêş metirsî heye. Dibe zarokên wan an neviyên wan di dema pêş de derkevin pêşberî te. Ji ber vê yekê jî mirov newêre pirtûkan dijîtal bike. Belge, destûr û bernameyên partiyan. Zanîngeha Artuklu vê dawiyê tiştin ji Arşîva Kurd girtibûn û wan jî tiştên baş rêkirin. Ji bo dîjîtalkirina van wext pêwîst e. Li ser arşîva devkî jî niha dixebitim. Dengên tomarî yên ji 1930’an û vir ve. Çîrok, stran û tişên din ên gerokan tomar kirine ji kasêtan dîjîtal dikim û ez ê wan jî li ser Arşîva Kurd bar bikim.
Di berhevkirina arşîvê de tişta ku hûn herî ecêbmayî hiştin çi bû?
Ya ecêbmayî ew e ku kesên kedê didin li keda xwe xwedî dernakevin. Kesek pereyekî biçûk winda bike, bi rojan di serê wî de dimîne ka çima ew pere winda kiriye. Lê hesab bike, ji bo ku kovar deranîne bi salan ceza xwarine lê arşîva kovarên wan li cem wan nîn e. Li cem xwediyên wan hejmarên hemû kovaran nedît. Ne behsa yên bi kurdî derketine dikim, kovarên ku wan kesan bi xwe deranîne. Ev dibû sedem ku civandina kovaran jî zehmet be.
Hejmareke bilind a belavokên partiyan li ser arşîva malpera we hene. Belavokên herî kevin têne bîra we kîjan in, yên kîjan partiyan e?
Ya herî kevin a KUK’ê ye. Wan dan me. Min ew dîjîtal kirin. Yên partiyên din ne wekî belavok, endamên berê yên Rizgarî texsîr nekirin û arşîva xwe dan me. Civîn, kongre û konferansên wan, nivîsên xwe yên legal û îlegal hemû dan. Min hemû dijîtal kirin û ser malperê bar kirin. Partiyên din jî ji xwe destûr û bernameya wan tu dikarî li cem herkesî peyda bikî . Min hema bêje hemû paartî, sazî, rêxistin destûr û bernameya wan dijîtal kirin. Biryarên kongre û konferansên wan ên peyda bûyî min dîjîtal kirin. Min tu ferq jî nekir. Yên îslamiyan, komonîstan, sosyalîstan û lîberalan hene. Heta vê dawiyê de min kovarek dît ji bo min ecêb bû. Xebateke pir baş bû. Zimanekî pir baş xebitandine. Kovara LGBT’yan e. Pir baş bû. Min ew jî dîjîtal kir. Bi kurdiyeke pir baş û zelal e. Belkî ji hin cihan alîkarî girtine lê karekî pir baş kirine.
Heta niha wekî şexs piştî ku we dest bi dîjîtalkirina vî karî kir, we çiqas wext daye vî karî?
Ji bo dîjîtalkirinê 6 sal…
Ji bo peydakirinê?
Ji bo peydakirinê pir wext diçe. Zehmet e. Min ji berê ve dicivand. Di sala 1994’an de ez hatim Swîsreyê. Li welat ji xwe min berhev kiribû û ji roja hatim û vir ve jî min dest bi civandina arşîvê kir. Di vî warî de hinek komeleyan jî piştgiriya baş dane min.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin