Xwendakarên kurd li Baybûrtê hatin lînçkirin
Xwendakarên kurd li Baybûrtê hatin lînçkirin
A+A-
Grûbeke xwendekarên kurd ku li zanîngeha Baybûrtê dixwînin û ji bo azmûnê li bajr in, rastî êrîşên Tirkan bûn.
Li gorî agahiyan, piştî hatina wan ya bajêr, derewa xwedêgiravî xwendekaran 'propagandaya rêxsitina terorîst' kiriye belav bûye û di demeke kurt de bi sedan Tirk li dora avahiya wargeha xwendekaran civiyane û êrîşî xwendekarên kurd kirine. Xwendekarên kurd piştî êrîşê ketina wargeha xwendekaran û di avahiyê de asê mane. Êrîşkeran dolmîşa ku xwendekar pê hatine bajêr jî şewitandin.
Xwendekarekî tirk ku ew jî di avahiyê de asê maye bi rêya Twitterê radigihîne ku îdîa nerast e û daxwaz dike ku werin rizgarkirin.
Weke tê zanîn Kurd li gelek bajar û navçeyên tirk bi gelek hincetan rastî êrîşan tên û ji aliyê Tirkan ve tên lînçkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin