Xwepêşanderekî Kurd di bin 'îşkenceyê' de hat kuştin

Xwepêşanderekî Kurd di bin 'îşkenceyê' de hat kuştin

.

A+A-

Xwepêşanderekî din ê Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin, “di bin îşkenceyê de” canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapotreke Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, gencekî Kurd ê xelkê Îlamê bi navê Mihemed Ebdullahî yê 36 salî ku di dema xwepêşandanên heftiya derbasbûyî de roja Çarşembê 12ê Cotmehê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin, roja Pêncşembê 13ê Cotmeha 2022 termê wî radestî malbata wî hatiye kirin.

Hengawê ragihandiye, kesekî nêzîkî malbata Ebdullahî ku termê wî dîtiye, gotiye ku “şopa lêdan û şîbûnê li ser tevahiya bedena wî hebû û serê wî jî ji ber derba tiştekî giran şikestî bû.”

Li gor heman raporê, roja Pêncşembê 13ê Cotmehê termê wî ciwanî radestî malbatê hatiye kirin û hêzên emnî gef li malbata wî xwarine û ji wan re gotine, term bi bêdengî veşêrin û ti merasêmekê jê re negirin.

Kesekî nêzîkî malbata wî xortê Kurd ji Hengawê re gotiye, “hêzên emnî yên Îlamê demjimêr 01:30 sibeha roja Pêncşembê têkilî bi bavê Mihemed ve kirine û jê re gotine kurê te birîndar e û li nexweşxaneya Xumeynî ye.”

Piştî ku bavê Mihemed, Îbrahîm Ebdullahî û malbat bilez xwe digihînin nexweşxaneyê, rayedarên nexweşxaneyê ji wan re dibêjin, kesekî bi wî navî li cem wan tune ye. Piştî demjimêrekê careke din telefona malabtê dikin û ji wan re dibêjin, kurê we canê xwe ji dest daye û demjimêr 09:00 sibehê li morga goristana Biheşta Zehra ya Îlamê termê wî werbigrin.

Heftiya derbasbûyî li pêşiya avahiya Qaymeqamiya Îlamê xwepêşndan hatibû lidarxistin. Hêzên emnî yên Îranê destwerdan kiribûn, hejmarek xwepêşander desteser kiribûn, herwiha teqe hatibû kirin ku di encamê de hejmarek kes birîndar bûbûn ku yek ji wan Mihemed Ebdullahî bûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin