Xwepêşanderên Besrayê deriyên bendera Um Qesrê girtin!
Berpirsekî bendera Um Qesir li başûrê Iraqê ragihand, xwepêşanderan deriyê sereke yê benderê temamî girtin.
A+A-
Di riya bendara Um Qesir a li ser Kendava Erebî re, meywe, şekir û pêwîstiyên xwarinê ji welatên cîhanê derbasî Iraqê dibin.
Her di wê çarçovê de, xwepêşanderan riya sereke ya di navbera deverên Tenome û Eşar girtin û li pêş Qeymeqamiya qezaya Şet Ereb kom bûn.
Herwiha medyaya Iraqê diyar kirin, xwepêşanderan riya sereke ya di navbera bajarê Emare – herêma Kermê jî girtin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin